Hewlêr (Rûdaw) - Li Amedê barhilgir û otomobîl li hev qelibîn û di encamê da 2 kesên di otomobîlê de birîndar bûn.
Li navçeya Peyasê ya Amedê li xaçerêya Sîteya Sinayiyê ya 4em, otomobîla ku S.E. diajot û barhilgira ku F.D. diajot li hev qelibîn.
Di qezayê de 2 kesên di otomobîlê de birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê qezayê.
Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan veguhastin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse