Çiyayê Gabarê - Birca sondajê wergeriyabû: Endezyarekî canê xwe ji dest da

4 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Çiyayê Gabarê TPAO Mirin Mehmet Îrfan Guler Şirnex Petrol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Çiyayê Gabarê yê Şirnexa Bakurê Kurdistanê birca sondajê ya petrolê wergeriyabû endezyarekî canê xwe ji dest da.

Doh li qada petrolê ya Çiyayê Gabarê yê Şirnexa Bakurê Kurdistanê birca sondajê ya petrolê wergeriyabû.

Di encamê de yek jê giran 2 karker birîndar bûbûn û endezaryek jî di bin de mabû.

Kompanya Şîrîkatiya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê qezayê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de TPAOyê ragihand ku di encama qezayê de endezyarê bi navê Mehmet Îrfan Guler canê xwe ji dest daye.

Herwiha TPAOyê da zanîn ku rewşa 2 karkerên din ên birîndar jî baş e.

Çiyayê Gabarê li Bakurê Kurdistanê yek ji navendên sereke yên lêgerîn û derxistina petrolê ye.

Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyê Alparslan Bayraktar 19ê Tîrmeha 2024an ragihandibû ku ji Îlona 2021ê û heta niha asta berhemanîna rojane ya petrolê li Çiyayê Gabarê yê Şirnexê li 41 bîran gihiştiye 45 hezar bermîlan û armanca wan ew e rojane bighînin 100 hezar bermîlan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst