Mesrûr Barzanî: Em dilgiran in bi reftara neguncav a li dijî Luis Saco

22-07-2023
RÛDAW
Nîşan Luis Saco Mesrûr Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dibêje, ew bixêrhatina Patrîk Luis Saco ji bo Hewlêrê dike û dilgiran e bi reftara “neguncav” a ku li wî hatiye kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê belav kir, “Em bi dilgermî bixêrhatina Patrîk Luis Saco ji bo Hewlêrê dikin ku paytexta pêkvejiyana aştiyane ya hemû ol û mezheb û neteweyan e.”

Mesrûr Barzanî diyar kir ku Herêma Kurdistanê dê berdewam be di piştgiriya Kristiyanan û got, “Em dilgiran in bi reftara neguncav a li dijî Luis Saco hatiye kirin.”

Patrîkê Keldaniyîn Katolîk ên Iraqê Luis Saco şeva borî gihîşte Hewlêrê û ji aliyê berbirsên Herêma Kurdistanê ve hate pêşwazîkirin.

Luis Saco di kongreya rojnamevanî de got, “Li Herêma Kurdistanê rêz li sembolên olî tê girtin. Ez dê li Herêma Kurdistanê bimînim. Ez dê tenê dema ku eger biryar hat hilweşandin û rewş normal bibe vegere baregeha patrîkî ya li Bexdayê. Divê ev milîs bêne sînordarkirin û fikra rêzgirtinê hebe. Divê rêz li mamosteyên olî bê girtin, êdî mudaxeleyî karê dêrê nekin, dev ji tawanbarkirinên pûç û giliyên şaş berdin. Eger ev daxwaz bên cîbicîkirin ez dê vegerim Bexdayê, heta wê demê ez dê li Herêma Kurdistanê bimînim ku beşeke Iraqê ye.”

Di roja 3ê Tîrmeha 2023an de, biryarnameya Serokomariya Iraqê ya bi hejmara 31ê di Rojnameya Fermî ya Iraqê ya bi hejmara 4727 de hat weşandin û ragihandin ku Patrîkê Dêra Keldanî ya Iraqê û cîhanê Luis Raphael Saco ji peywira xwe hat dûrxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst