Hejmara partiyên ENKSê zêde bûn

22-05-2015
Hîkmet Dûrgûn
A+ A-

 

Pirsûs/ Kobanî (Rûdaw) – Partiyê endamên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) zêde bûn.

 

ENKSê li duhî li Qamişlo di civîna xwe de biryarên girîng stand.

 

Rêvebirê ENKSê Enter Nehsan ji Rûdawê re diyar kir, 7 partiyan ji bo endamitiyê serlêdana rêveberiya ENKSê kir û herwiha 2 partiyên beriya niha hatin derxistin dîsa endamitiya wan hat pesend kirin.

 

Enter Nehsan derbarê civînê de wiha got:

 

“Mijarên herî sereke yên civînê destnîşankirina dema li darxistina kongreyê 3yemîn a ENKSê û rewşa partiyên ji bo endamitiyê serlêdan kiribûn. Biryar hat standin ku kongreya ENKSê di  Hezîranê de were lidarxistin  û endamên kongreyê ji 235 kesan pêk bê. Herwiha di kongreyê de Meclîsa Rêveriya ENKSê û Sekreterê wê yê giştî dê were destnîşankirin.”

 

Nehsan anî ziman biryarên girîng hatin stanidn û wiha domand: “Beriya niha 7 partiyan ji bo endamitiyê serlêdana ENKSê kiribûn. Serlêdana partiyan dê di dema kongereyê de bê diyarkirin.”

 

Nehsan herwiha da zanîn partiya El Wehd û El Partî ku beriya niha dengên xwe dabûn TEV-DEMê endamitiya wan dîsa hat pesendkirin. Herwiha serlêdana Partiya Demokrat a Yaserî jî hat qebûlkirin.

 

Nehsan amaje kir eleqeyek ji bo ENKSê zêde bûye û wiha domand: “Piştî serlêdanên dawî endamên ENKSê bû 9 partî. Ev yek pêşketinek girîng e. Em dixwazin alîkariya gelê Rojavayê Kurdistanê bikin.”

 

Nehsan herwiha da zanîn wan hêj nakokiyên di navbera wan û TEV-DEMê de çareser nerkirine û wiha got: “Emê di kongreyê de derbarê pêwendiyên ligel TEV-DEMê biryarên girîng bidin.”

 

Partiyên endamên ENKSê ev in:

Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye (PDK-S)

 

Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê

 

Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

 

Tevgera Çaksaziya Kurd li Sûriyê

 

Partiya Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê

 

Partiya Wekhevî ya Kurd li Sûriyê

 

Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El-Wehde)

 

Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El-Partî)

 

Partiya Çep a Kurdistanî û Partiya Çep a Demokrat ( Herdu partî bûn yek)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst