DÎLOK - Karkerek mir, 2 karker birîndar bûn

22-02-2024
Nîşan Dîlok Karker Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Dîlokê skeleya avahiyekê herifî, di encamê de karkerekî canê xwe ji dest da û du karker birîndar bûn.

Ji ber sedemeke nediyar, li Taxa Guneykentê ya parêzgeha Dîlokê skeleya avahiyekê herifî .

Bi herifînê re 3 karkerên ku li ser skeleya avahiyê bûn ketin xwarê.

Yekî ji karkeran li cihê bûyerê canê xwe ji dest da û 2 karker jî birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê her du birîndar veguhastin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Şahînbeyê ya Zanîngeha Bijîşkiyê ya Dîlokê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst