WAN - Mîdîbusa rêwiyan qulibî: 4 jê zarok 27 kes birîndar bûn

22-01-2024
RÛDAW
Nîşan Wan Westan Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Westanê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê mîdîbûsa rêwiyan qulibî, 4 jê zarok 27 kes birîndar bûn.

Li ser rêya Wan-Bedlîsê nêzî gundê Sarikê yê navçeya Westanê mîdîbuseke rêwiyan qulibî.

Li ser agahdarkirinê cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê qezayê.

Ji mîdîbusa ku qeza kiribû 4 jê zarok 27 birîndar hatin derxistin.

Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Wanê û Nexweşxaneya Dewletê ya Westanê.

Hat ragihandin ku rewşa birîndaran baş e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst