Erdogan li Mêrdînê got: Em gavan diavêjin!

11 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan AK Partî Kongre Mêrdîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomarê Tirkiyeyê di kongreya partiya xwe de got, “Ji bo ku zerer negihe Tirkiyeyê em gavên hestiyar diavêjin.”

Rêxistina Mêrdînê ya AK Partiyê 8emîn kongreya asayî ya saz dike.

Kongreyê doh li Salona Werzişê ya Artukluyê dest pê kir.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo beşdariya kongreya partiya xwe çû serdana parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê.

Serokkomarê Tirkiyeyê di kongreyê de gotarek pêşkêş kir û derbarê pêşhatên dawî yên li herêm û cîhanê axivî.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan di kongreya AK Partiyê de axivî û got:

“Ji bo ku pêşhatên dawî yên li herêmê çêdibin zererê negihînin Tirkiyeyê em gavên hestiyar diavêjin.

Em tenê encamên demkurt ên wan gavên ku em diavêjin nafikirin.

Em bandorên wan ên demdirêj jî gelekî baş hesab dikin.

Em ne bi tiştên jiberkirî bi stratejiyên aqilane tevdigerin.”

Erdogan li Balafirgeha Mêrdînê ji aliyê berpirsên partiya xwe yên Mêrdînê ve hat pêşwazîkirin û piştre derbasî salona kongreyê bû.

Erdogan ragihand, ji bo ku pêşhatên dawî yên li herêmê çêdibin zererê negihînin Tirkiyeyê ew gavên hestiyar diavêjin û got:

“Em her tim ji nêzîk ve bi Sûriyeyê re eleqedar bûn ku bi dirêjahiya 910 kîlometreyan sînorê me pê re ye.

Me qet Sûriye bi çarenivîsa wê re rûbirû nehişt ku ji bilî çend welatan hemû cîhanê pişta xwe dayê.”

Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku wan piştî destpêkirina krîza Sûriyeyê mazûvanî li koçberên ji Sûriyeyê hatine kiriye û anî ziman:

“Dema ku CHPyê digot em dê wan bişînin Sûriyeyê me got ew mêvanên me ne û em dê erkê xwe li beramberî wan bi cih bînin.”

Serokkomarê Tirkiyeyê amaje bi rewşa niha ya Sûriyeyê jî da û got:

“Piştî tarîtiya 61 salî li Sûriyeyê berbanga azadiyê xuya dike.

Gelê Sûriyeyê êdî ewletir li siberoja xwe dinêre.”

“Me rê neda rêxistinê”

Erdogan behsa qeyûmên ku tayînî şaredariyên Bakurê Kurdistanê hatine kirin jî kir û da zanîn:

“Me rê neda ku rêxistina dabeşker bajar û şaredariyên me zeft bike.

Teror dijimina azadî, hiqûq û demokrasiyê ye. Demokrasî û teror li heman cihî cih nagirin.

Em bi ti awayî rê nadin helwesta ku dibêje tu were hilbijartin lê em dê şaredariyê ji Qendîlê bi rê ve bibin.

Tişta ku bi erkdarkirinên demkî li bajarên me hatiye kirin ev e.”

Erdogan her wiha derbarê qeyûman anî ziman:

“Dema dewletê tedbîr wergirtin hinek aliyan dest bi îstîsmarê kir.

Ti pirsgirêka me bi wan kesan re nîne ku ji sindoqê desthilat ji milet wergirtine û wê desthilatê ji bo xizmeta milet bi kar tînin.

Ti pirsgirêka me bi wan kesan re nîne ku pêbendî yasayan dibin û serî li hemberî baronên terorê natewînin.

Pirsgirêka me bi wan re heye yên ku şaredarî kirine cihê rêxistina dabeşker, pirsgirêka me dê bi wan re hebe yên ku van tiştan dikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst