Amed (Rûdaw) - Li Ameda Bakurê Kurdistanê karsaz û nûnerên sektora fînansê li hev civiyan.
Civîn bi mazûvaniya Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) hat lidarxistin.
Di civînê de Serokê Yekîtiya Jûr û Borsayên Tirkiyeyê (TOBB) Rifat Hisarciklioglu, serokên 3 bankeyên dewletê (Ziraat Bank, VakifBank û Halkbank) û 250 karsaz amade bûn.
Di lûtkeyê de peyamên girêdayî pêvajoya aştiyê hatin dayîn û li ser bipêşketina aboriya herêmê guftûgo hatin kirin.
"Bila ev demsala biratiyê bibe sedema karê"
Serokê Halkbankê Recep Suleyman Ozdil di civînê de axivî û bal kişand ser giringiya atmosfêra aştiyê û got:
“Înşelah ev demsala biratiyê dê bi me hemûyan bide karkirin.
Li rojhilat û rojavayê Tirkiyeyê neçûna cenazeyan ji bo malan, kara me ya herî mezin e.
Heke em vê atmosferê bi bipêşketina aboriyê re jî tacîdar bikin, ev yek dê pêşiya me veke.”
"Pirsgirêka sereke negihîştina fînansê ye"
Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê Mehmet Kaya, ev civîn wekî vebûna rûpeleke nû ya ji bo aboriya herêmê bi nav kir û got:
“Di gel aştiyê divê aboriya me jî bi lez bi pêş bikeve. Li herêma me pirsgirêka sereke ya li pêşiya bipêşketina aboriyê negihîştina fînansê ye.
Me îro li Amedê Serokê Yekîtiya Jûr û Borsayên Tirkiyeyê û serokên 3 bankeyên dewletê ku ji sedî 50yê krediyan ew didin, bi 250 karsazan re anîn ba hev.
Ew rû bi rû hevdîtinan dikin. Armanc ew e ku rêgiriya li pêşiya xwegihandina fînansê û krediyan rabe, loma me dest bi vê xebatê kir.”
Beşdarên civînê; Serokê TOBBê Rifat Hisarciklioglu û serokên Ziraat Bank, VakifBank û Halkbankê di serdema nû ya pêvajoyê de li ser xeteke hevpar guftûgoya bipêşxistina aboriya herêmê kirin.
"Sermaye ji aramiyê hez dike"
Nûnerên çandinî û pîşesaziyê yên Amedê jî bal kişand ser bandorên neyînî yên demên borî.
Serokê Yekîtiya jûrên Çandiniyê yê Amedê Cevat Delîl wiha anî zimên:
“Dema ku pevçûn hebûn, xelk ji gundan reviyan bajaran, hemûyan malên xwe xera kirin û çûn. Niha ew hêdî hêdî vedigerin.”
Serokê Herêma Pîşesaziya Organîze ya Amedê Mustafa Fîdan jî wih got:
“Me di salên 90î de dît ku em li vê herêmê dijiyan. Her roj derabe dihatin girtin.
Dê û bav ji bo zarokên xwe bi fikar bûn, wan digot gelo dê zarokên me werin malê yan neyên.
Kuştinên ku kiryarên wan nediyar bûn zêde bûn. Spas ji Xwedê re ku ev rojên dijwar bi dawî bûn.”
Karsazan jî hêviyên xwe yên ji bo serdema nû anîn zimên û diyar kirin ku xisara aboriya herêmê ya ji ber şer, dê di atmosfereke aştiyê de cihê xwe ji veberhênan û refahê re bihêle.
Karsaz Mehmût Okten diyar kir, “Sermaye ji aramiyê hez dike. Li ku derê hizûr hebe bereket jî heye. Bi bereketê re jî xweşî çêdibe.”
Karsaz Mehmet Tezgel jî dîtina xwe wiha anî zimên, “Dema aştî çêdibe, tehma wî pariyê nanê ku em dixwin xweştir dibe. Ji bo min ji vê biqîmettir tiştek nîne.”
"Dê veberhêner vegerin herêmê"
Seroka Meclîsa Jinan a Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê Fîlîz Ekîngen li ser vegera sermayeyê got:
“Niha êdî dê ji Stenbol û Enqereyê veberhênerên din jî werin herêma me.
Ew karsazên ku ji herêma me çûbûn dê ew jî vegerin. Bi dîtina min ev yek dê tevkariyeke cidî li aboriya herêmê bike.”
Piştî civîna giştî, di civîna ku ji çapemeniyê re girtî bû de, karsazan yek bi yek bi serokên bankeyan re hevdîtin kirin û daxwazên xwe yên piştgiriyê pêşkêşî wan kirin.
.webp&w=3840&q=75)


