Li Sirûcê bi merasîmekê 2 malbatên ji Kobaniyê li hev hatin

21-11-2023
RÛDAW
Nîşan Kobanî Lihevhatin Sirûc
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sirûcê ya Rihaya Bakurê Kurdistanê, 2 malbatên ji Kobaniyê ku xwîniyê hev bûn li hev hatin.

Berî du salan, di navbera her du malbatan de pirsgirêkek derketibû.

Ji ber wê pirsgirêkê di navbera wan de pevçûn çêbû û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û kesekî din jî birîndar bû.

Bi rêya xêrxwazan û Endamê Komîteya Navendî û Berpirsê PDK-Syê yê Tirkiyeyê Mislim Mihemed her du malbat li hev hatin.

Şandeyeke rêxistina PDK-Syê ya Rihayê û kesayetên siyasî û civakî yên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê di merasîmê de amade bûn.

Mislim Mihemed di dema lihevhatinê de axaftinek pêşkêş kir û bal kişand ser girîngiya hevgirtin û lihevhatina civakî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst