Peyama Bafil Talebanî ya derbarê encamên hilbijartinê

21-10-2024
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê YNK Bafil Talebanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê YNKyê Bafil Talebanî piştî ragihandina encamên hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê ji denderên partiya xwe re got, “Spasiya we dikim ku hûn bi me re bûn.”

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê encamên destpêkê yên hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê eşkere kirin.

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Talebanî piştî ragihandina encaman peyamke belav kir.

Bafil Talebanî di peyama xwe de spasiya endamên YNKyê û kesên deng dane wan kir û got:

“Tevî pîrozbahiya germ, ji ber xebata we ya ji bo serxistin, nûkirin û pêşxistina zêdetir a YNKyê di hilbijartinan de têm dest we.

“Nêzîkî 200 hezarî zêde bûne”

Em kêfxweşin ku dengên me nêzîkî 200 hezarî zêde bûne.

Tevî ku ev yek şanaziyeke mezin e, her wiha berpirsyariyeke dîrokî dixe ser milê me da ku em xizmeta xwe zêdetir bikin û karên baştir û cidî ji bo Kurdistaneke ava bikin.

Ji ber vê yekê ji dil sipasiya we dikim.

Ji me bawer bin ku YNK dê li ser nûbûn, pêşxistina ciwanên xwîngerm û dahêner ên welat berdewam dibe da ku partiya me zêdetir pêş bikeve û baştir herêma me were birêvebirin.”

Bafil Talebanî her wiha amaje bi wê yekê kir ku li Silêmanî û Helebceyê YNKyê zemîneke baş ji bo hemî aliyan çêkir da ku bi awayekî azad bangeşya xwe bikin.

“Pêvajoya hilbijartinê biserketî bi rê ve çû”

Talebanî pêvajoya hilbijartinê biserketî nirxand û got:

“Em şanaziyê dikin ku em beşeke girîng a hewldanên serxistina pêvajoya dengdana zelal û dûr ji destwerdanê bûn.”

“Qonaxeke nû dest pê dike”

Di berdewamiya peyama xwe de Bafil Talebanî wiha got:

“Serdema ferzkirina îradeyê bi dawî hat û qonaxeke nû di pêvajoya desthilatdarî û rêvebirinê de dest pê dike.

Herî dawî xwasteka nûbûn û dadperweriyê bi ser ket û erka girîng ji îro ve dest pê dike ku ev jî pêşkêşkirina xizmetguzarî, misogerkirina mûçe û xurtkirina saziyên yasayî yên Herêma Kurdistanê ye.

Ez sozê didim we ku YNK li hemberî dengên we berpirsyar dibe û li pişt soza xwe dibe ku ji we yên serbilind re dabû.”

Herî dawî jî Bafil Talebanî spasiya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê, nûnerên welatan, çavdêr û hêzên navxwe kir ku rola wan di biserketina pêvajoya hilbijartinê de hebûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Mesrûr Barzanî û Michael Waltz / Wêne: Rûdaw Grafîk

Mesrûr Barzanî û şêwirmendê ewlehiyê yê birêvebiriya Trump rûdanên vê dawîyê gotûbêj kirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Endamê Kongreya Amerîkayê Michael Waltz pêwendiyeke telefonî pêk anî