Hewlêr (Rûdaw) - Bi daketina pileyên germê û nêzîkbûna Cejna Qurbanê re li Rihaya Bakurê Kurdistanê tevgera geştyariyê zêde bû.
Li derdora Gola Masiyan, Mewlûd Xelîlê û Sûka Jêr qerebalixiyeke zêde heye.
Li Rihayê îsal ji ber zivistana dijwar geştyar kêm bûn lê niha rewş ber bi başbûnê ve diçe.
"Werin vê kêfxweşiyê tam bikin"
Birêvebirê Geştyariyê Mehmet Polat li ser zêdebûna geştyaran axivî û got:
“Geştyar ji bo ziyaretê tên derdora Gola Masiyan. Beriya Cejna Qurbanê mirov tên vê derê duayan dikin. Êm didin masiyan û li masiyan xwedî derdikevin.
Dema derfeta we çêbû, hûn jî werin bajarê Rihayê û vê kêfxweşiyê tam bikin.”
Rêjeya tijîbûnê dê bigihe ji sedî 85an
Ji bilî cihên dîrokî û bazaran li şûnwarên dîrokî jî geştyar zêde bûne.
Serokê Komeleya Bipêşxistina Geştyariyê ya Rihayê Mehmet Kamîl Turkmen jî destnîşan kir ku betlaneya cejnê derfetek e û li pey çû:
“Em li Girê Mirazan in, hûn qerebalixiyê dibînin. Betlaneya 9 rojan a Cejna Qurbanê bûye derfetek û rezervasyon zêde bûne.
Ji bo armancên geştyariyê yên herêmê tevgereke baş heye.
Li otel, şirket û mêvanxaneyan daxwazeke zêde heye, rêjeya tijîbûnê dê bigihîje ji sedî 80-85an.”
Milyonek kes
Riha bi dîrok, çand, xwarin û geştyariya xwe ya olî navdar e.
Salane bi hezaran kes ji bo dîtina cih û warên pêxemberan û dîtina cihên olî û dîrokî diçin wir.
Li gorî amarên Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK), sala 2025an milyonek û 122 hezar kes çûne muzexane û şûnwarên dîrokî yên bajêr û ji wan 950 hezar kes li otelan mane.
