Hewlêr (Rûdaw) - Grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê şûnwarên herêma Efrînê li Rojavayê Kurdistanê talan dikin û têk didin. Herî nû, çavkaniyeke taybet ji herêma Efrînê ji Rûdawê re ragihand ku çekdarên Feyleq el-Şam, bi fermandariya kesekî bi navê Ebû Ikir cihekî şûnwarî li deşta Meydan Ikbisê têk dane.
Têkdana cihên şûnwarî li herêma Efrînê, li ser destê grûpên çekdar, û li ber çavên hêzên Tirkiyê berdewam e. Dîmenên van nêzîkiyan yên têkdana cihekî şûnwarî li Meydan Ikbisê hatin belavkirin.
Çavkaniyeke Taybet ji herêma Efrînê, ji Tora medyayî ya Rûdawê re got, ku ew cihê şûnwarî li vê deşta ser bi Raco, li ser destê çekdarên grûpa Feyleq el-Şam, bi fermandariya kesekî bi navê Ebû Ikir û bi hevkariya hin gundiyan û li pêş çavên hêzên Tirkiyê hatiye xepartin û têkdan.
Lêkolerê di warê şûnwarên Efrînê de Zekeriya Huserî ji Rûdawê re hin amar derbarê zerer û ziyanên şûnwarî li herêmê diyar kirin.
Ji ber nasnameya Kurdî ya herêmê amarên hûr nedihatin dayin, lê nêzîkî 1000 cihên şûnwarî li herêma Efrînê hene.
122 cihên şûnwarî rastî êrîşê hatine, ev jî yên ku hatine belgekirin. 42 cihên şûnwarî rastî têkdanê û xepartina bêserûber hatine. 80 cih û mezargehên Kurdên Êzidî, çarenivîsa wan ne diyar e ji ber ku çekdarn ew kirine cihên serbazî û rê nadin kes nêzîk bibe.
Perestgeha Eyndara, Nebî Hûrî û Kelha Seman, û perestgehên olên Êzidî û Xiristiyanî herî bêhtir rastî têkdanê hatine.
Derbarê armanc ji têkdana şûnwarên herêmê, Huserî ji Rûdawê re got, ji bilî dizî û talankirinê, armanc jinavbirina nasnameya Neteweyî ya Kurdî li herêmê ye.
Lêkoler Zekeriya Huserî dibêje: “Ez bi giştî dikarim bibêjim ku cihên dîrokî li herêma Çiyayê Kurdanli Efrînê di bin gef, dizî û talankirinê de ne. Armanca yekem jî ew e ku dizîna wan şûnwaran e, armanca duyem jî bi têkdana şûnwarên dîrokî dixwazin nasnameya Kurdî li Çiyayê Kurdan û Efrînê nehelin.
Ji destpêka dagîrkirina herêma Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê, şûnwarên herêmê bê rawestan û li her devera herêmê, tên têkdan, û talankirin. Li gorî çavkaniyên agahdar ji herêmê bi sedab parçeyên şûnwarî ji herêma hatine derxistin û ji bo Tirkiyê hatine birin.


