Îtalya bo Kurdistanê: Serkeftina we serkeftina me ye

21-08-2014
Cotyar Murad
Nîşan Îtaliya Kurdistan Barzanî Pêşerge Yekîtiya Ewropa Matteo Renzi
A+ A-

 

Rûdaw (Hewlêr)- Serokwezîrê Îtalyayê ji rayedarên Herêma Kurdistanê re ragihand ku “Di vî şerî de hûn ne bi tenê ne, şerê we şerê me ye û serkeftina Kurdisranê di şerê terorîstan de serkeftina me ye.”

Duh, 20ê tebaxê, Serokê Herêma Kurdistnê, Mesûd Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ligel çend berpirs û rayedarên din ên Herêma Kurdistanê pêşwazî li Serokwezîrê Îtalyayê Matteo Renzi û şanda ligel kirin.

Di destpêkê de Matteo Renzi mesebta serdana xwe aşkere kir û got, armanca serdanê gihandina peyama piştgiriyê ji Ewropa û welatê wî bo gelê Kurdistanê ye û geştir kitina pêwendiyan di navbera her du aliyan de ye.

Matteo Renzi aşkere kir ku, parlementoya welatê wî biryar daye ku Îtaliya piştgiriya siyasî û mirovî bo Herêma Kurdistanê bişîne li dijî terorîstên DAIŞê, navborî tekez jî kir ku niha komdengiyek di nav Yekîtiya Ewropa da heye ku ji aliyê leşkerî ve alîkariya Hêzên Pêşmerge bikin.

Li gor malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Barzannî di civînê de ji serokwezîrê îtalî re got: “Piştgirî û hevpeyamniya Ewropa û Îtalya wiha dike ku gelê me bihêztir bibe û omdîa wî zêdetir bibe di rûbirûbûna terorê de, hêvî jî xwest ku pêwendiyên Îtalyayê û Kurdistanê getşir bibin.”

Derbarê hatina koçberan de bo Kurdistanê, Barzanî balkişand li ser wê yekê ku ewê li şiyana me bê ji bo yarmetîdan û îdarekirina rewşa wan de dikin û eve jî behs kir ku ji bo Kurdistanê cihê şanaziye ku civakeke xwe ya fireh ol û fireh netewe heye û bi hemû şiyanek ve parêzgeriyê li vê firehiyê dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst