Li Rihayê xwişk û bira di çem de xeniqîn

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Riha Çem Zarok Xeniqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sêweregê ya parêzgeha Rihaya Bakurê Kurdistanê xwişk û birayê biçûk ji bo ku honik bibin, ketin çem û tê de xeniqîn.

Li gundê Altinahirê yê Sêweregê Zîlan (8) û Mustafa Kurumlu (5) ji malê derketin û winda bûn.

Malbat li wan geriya lê ti xeber ji wan hilneda û cendirme ji rewşê agahdar kirin.

Bi piştgiriya ekîban xebata lêgerînê dest pê kir.

Di xebatan de hat tesbîtkirin ku xwişk û bira ketine çemê nêzîkî gundî.

Zarok di çem de hatin dîtin.

Tîmên tenduristiyê her du zarok veguhastin exweşxaneya Dewletê ya Wêranşehirê.

Li gel midaxaleyê xwişk û bira xelas nebûn û mirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst