Li Mûşê qeza: 1 jê zarok 8 kes birîndar bûn

21-07-2023
Mihemed Emîn Demir
Nîşan Mûş Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê, du otomobîlan li hev dan û di encamê de 8 kes birîndar bûn.

Şeva 20ê Temûzê li ser rêya Mûş-Çewligê du otomobîlan li hev dan. Di encama bûyerê de yek jê bi giranî 8 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê, tîmên berevaniya şaristaniyê û hêzên emnî hatin şandin.

Birîndar ji aliyê tîmên tendisrustiyê ve bo Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê hatin veguhestin. Zarokê 2 salî yê bi giranî birîndar bûbû bo bajarê Xarpêtê hat veguhestin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst