NY: Ji bo bûyera Îtalyayê alîkarî ji me nehatiye xwestin

21-06-2024
RÛDAW
Wêneyê keştiya penababeran a li Îtalyayê binav bûye / Arşîv
Wêneyê keştiya penababeran a li Îtalyayê binav bûye / Arşîv
Nîşan Neteweyên Yekbûyî Keştî Îtalya Koçberên Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Farhan Haq da zanîn ku ti kesî ji bo keştiya li Îtalyayê bin av bûye alîkarî ji wan nexwestiye.

Roja duşemê keştiyeke penaberan bin av bû û di wê keştiyê de 76 penaber hebûn.

Praniya wan penaberên di keştiyê de Kurd bûn.

Bi tenê 12 penaberên di keştiyê de hatine rizgarkirin penaberên din winda ne.

Li gorî gotina Hêza Deryayî ya Îtalyayê heta niha 20 cenaze hatine dîtin û 46 kes jî bêserûşûn in.

Farhan Haq li ser aqûbeta penaberên li Îtalyayê winda ne, ji Nûçegîhanê Rûdawê Sînan Tunçdemîr re axivî.

Farhan Haq ji berpirsên Îtalyayê xwest ku cenazeyê penaberan winda bibînin.

Li aliyê din Hêza Deryayî ya Îtalyayê jî bi daxuyaniyekê eşkere kir ku wan heta niha termên 20 penaberî dîtine.

Di nav penaberên ku hatine rizgarkirin de hinek Kurd jî hene.

Mujde jî jineke Kurd e û ji Herêma Kurdistanê ye ku keştiya binavbûyî rizgar bûye lê hevjînê wê û 3 zarokên wê winda ne.

“Ji destê min filitîn û çûn”

Mujde Umer li nexweşxaneyeke Îtalyayê ji Nûçegihanê Rûdawê Zinar Şîno re axivî:

“Bi min re bûn, ji destê min filitîn û çûn. Kurê xwişka min, keça xwişka min… Hemû li ber çavên min çûn.”

Mujdeyê diyar kir ku dema kaptan hewl daye hinek tiştan derxe keştî qul bûye û av ketiyê keştiyê.

Ruya Mihyedînî 22 salî ye û ji bajarê Paweyê yê Rojhilatê Kurdistanê ye.

“Di maweyê 20 xulekî de 4 kes xeniqîn”

Herwiha Ruya Mihyedînî jî yek ji wan penaberan e ku ji keştiyê rizgar bûye.

Ruya Mihyedînî ji Rûdawê re axivî û wisa behsa binavbûna keştiyê kir:

“Qaçaxçiyan nehişt em xwarinê bi xwe re bibin û ji me re gotibû ku xwarin di keştiyê de heye.

Piştî 4 rojan em ber bi Îtalyayê bi rê ketin lê warina me nema. Kaptan sindoqeke mezin derxist got, ‘Ev xwarin e’ û sindoq ji destê wî ket û ji ber wê keştî qul bû.

76 kes di nava keştiyê de bûn û li nava keştiyê hawarê dest pê kir.

Di maweyê 20 xulekî de 4 kes li pêş çavên me xeniqîn. Ti kesî nedikarî alîkariya kesê din bike.

Her kes ketibû li dûv canê xwe. Em ew kesên ku sax mabûn ji bo ku em bin av nebin me bi destên xwe bi keştiyê girt û ew berneda."

Keştiya penaberan 190 kîlometreyî dûrî Girava Calabriayayê bin av bûye.

Farhan Haq ji Rûdawê re da zanîn ku ji bo vê bûyera binavbûna keştiyê alîkarî ji wan nehatiye xwestin.

Haq got ku ew hêvî dikin ku berpirsên Îtalyayê karê xwe bikin û cenazeyan bibînin.

“Ji bo çareseriyê penaberan divê hemû welat bi hev re kar bikin”

Ferhan Haq behsa karesata penaberan a li seranserî cihanê jî kir û wiha got:

“Sekreterê Giştî eşkere kiriye hin erk hene, erkên welatên penaber xwe li wan digirin hene.

Erkên welatên ji bo penaberan transît in jî hene û erkên welatên ku penaber ji wan derdikevin hene.

Di Roja Penaberan a Cihanî de Sekreterê Giştî bangî hemû dewletan kir ku ji bo çareserkirina van qeyranan bi hev re bixebitin.

Herwiha Filippo Grandi daxuyaniyek belav kir hûn jî dikarin temaşe bikin.

Divê pirsgirêk di navbera hemû welatên pêwendîdar ên ku penaber jê derdikevin, welatên transît û welatên mêtînger de were çareserkirin.

Divê ev welat misoger bikin ku penaber xwedî mafên xwe ne û rêz li rûmeta wan bê girtin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst