Aliyên Rojavayê Kurdistanê erîşa li dijî Hevseroka Kantona Qamişlo şermezar kirin

21-06-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Aliyên Rojavayê Kurdistanê erîşa li dijî Hevseroka Kantona Qamişlo şermezar kir
Aliyên Rojavayê Kurdistanê erîşa li dijî Hevseroka Kantona Qamişlo şermezar kir
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Êriş Partî Demokratî Kurdistanî-Sûriya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Karvedanên ser êrîşa duh û canjidestdana hevseroka Encûmena Herêma Qamişlo Yusra Derwîş, cîgir û şofêrê otombîla wan berdewam e. Sekreterê Partî Demokratî Kurdistanî-Sûriya Ciwan Ebdulkerîm Siko  dibêje Tirkiyê bi wan êrîşan dixwaze bide xuyakirina ku siyastea wê ya piştî hilbijartinan weke ya berî hilbijartinê ye.  Ciwan Ebdulkerîm Siko  herwiha Siko got ku ew wê êrîşê şermezar dikin û qebûl nakin.

Di êrîşa droneke Tirkiyê de, roja Sêşemê 20ê Hezîrana 2023yan, li ser rêya navbera Qamişlo û nahiyeya Tirbe Spiyê de, li nêzîka gundê Til Şiîrê, otomobîlek hate bombebarankirin.

Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê, derbarê vê êrîşê, daxuyaniyek ragihand.

Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriya, ku partiyeke Rêveberiya Xweser e, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa vê êrîşê kir.

Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistan - Sûriya Ciwan Ebdulkerîm Siko got: “Rojane êriş dibin û kesên di encama wan de şehîd dibin hemû sivîl in. Me weke Partî Demokratî Kurdistanî-Sûriya daxuyaniyek belav kir û ev êriş şermezar kir. Em êdî qebûl nakin ev êriş bêne kirin.”

Di wê êrîşê de, weke ku Rêveberiya Xweser diyar, 3 kesan canên xwe jidest dan, ew jî Hevseroka Encûmena Herêma Qamişlo Yusra Derwîş), cîgira Hevserokatiya Encûmena Herêma Qamişlo Lîman Şwêş û şofêrê otomobîla wan Furat Tûma. Di heman êrîşê de, Hevserokê Encûmena Herêma Qamişlo Gabî Şemûn birîndar bû.

Ew kesên ku di wê êrîşê de hatin armanckirin, bi hev re derketibûn gerekê li ser saziyên wê herêmê.

Heman daxuyanî nîşanê bi wê yekê dide ku, ev armanckirin di demekê de ye ku Rêvebeirya Xweser amadekariyê ji bo dadgehkirina girtiyên DAIŞê dike.

Rêveberiya Xweser dibêje ku ev êrî di demekê de ku amadekariyan bo dadgekirina girtiyên DAIŞê tê kirin.

HDP bi daxuyaniyekê êrîşa duh a li Rojavayê Kurdistanê şermezar kir û banga li hemû aliyan kir ku helwestekê bistînin.

HDP dibêje; “Eev êrîş yek ji rêze kuştinên dawî ye û vîna xelkê rojavayên Kurdistanê armanc kiriye.” 

20ê Cotmeha 2021 jî, di êrîşeke droneke Tirkiyê de, 2 berpirsên Rêveberiya Xweser canên xwe jidest dan û 3 berpirsên din jî birîndar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst