Roka Şido
Kobanê (Rûdaw) - Roja înê şandeka Yekîtiya Komeleyên Kurd li Ewrûpa serdana bajarê Kobanê yê rojavayê Kurdistanê kirin.
Şanda Yekîtiya Komeleyên Kurd li Ewrûpa roja înê (19.04.2013) serdana bajarê Kobanê kirin û ji bo ji nêz ve agehdariya wan ji rewşa bajêr çêbibe. Komele wê alîkariyê bide bajêr û nexweşxaneya Kobanê amade bike. Herwiha şanda Komeleyên Kurd li Ewrûpa wê derbarê veqetandina derman, pergalên tibbî û otomobîlên ji bo veguhestina nexweşan de jî bixebite.
Endamê şanda Yekîtiya Komeleyên Kurd li Ewrûpa Dr. Ednan Emîn di vê derbarê de ji Rûdawê re wiha got: “Yekîtiya Komeleyên Kurd li Ewrûpa wê alîkariyên xwe pêşkêşî bajarê Kobanê, Efrîn û Qamişlo yên rojavayê Kurdistanê bike.”
Di rojên pêş de şand Yekîtiya Komeleyên Kurd li Ewrûpa wê serdana Efrîn û Qamişloyê jî bikin.



