Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan li Enqereyê serdana çalakiya Nobeta Aştiyê ya Dayîkên Aştiyê kir.
Hevserokên DEM Partiyê li Parka Kurtuluşê ya li Enqereyê bi Dayîkên Aştiyê re hatin ba hev û bangî hikûmetê kir ku daxwazên dayîkan li ber çavan bigire.
Beriya axaftina hevserokan, ji Meclisa Dayîkên Aştiyê Nezahat Tekeyê axivî û da zanîn ku ew dê heta sibehê nobeta xwe bidomînin.
"Dayîkan zarokên xwe bin ax kirin"
Nezahat Tekeyê diyar kir ku ew dê sibe bi partiyên siyasî û Wezîrê Dadê Akin Gurlek re bicivin û beşeke ji dayîkan jî dê beşdarî civîna koma parlamentoyê ya DEM Partiyê bibe.
Tekeyê derbarê daxwazên xwe axivî û got:
"Hêviya me ew e ku hatina me ya Enqereyê bibe wesîleya gavên baş. Êdî tehemula dayîkan ji mirinê re nemaye.
Dayîkan hebûnên xwe yên herî pîroz, zarokên xwe bin ax kirin. Em destê xwe ji bo aştiyê dirêj dikin. Êdî bila cenaze neyên ber destê dayîkan.
Zindan heta niha jî tijî ne. Rêberê Gelê Kurd ê ku aştiyê koordîne dike îro di nav çar dîwaran de ye.
Daxwaza me ya herî mezin azadiya rêbertiya me ye. Eger rêbertiya me azad bibe dê hemû pirsgirêk çareser bibin."
Hatîmogullari: Tevî hemû windahiyan we her tim behsa aştiyê kir
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê bi Kurdî silav da dayîkan û anî zimên ku yên herî zêde aştiyê heq dikin Dayîkên Aştiyê ne.
Tulay Hatîmogullariyê di axaftina xwe de got:
"Tevî hemû windahiyên xwe, we ti carî kîn û hêrs xwedî nekir û we her tim behsa aştiyê kir. We bi dayîkên leşkeran re hevgirtineke mezin nîşan da û pêwendî ava kir.
Êş di navbera we de bû pir. We got 'Rengê rondikên dayîkan yek e, çi dayîka leşkerekî be çi dayîka gerîlayekî be.'
Ji bo bidawîanîna li van êşan we li qadan têkoşîna aştiyê da. Îro jî ji bo lezkirina pêvajoyê hûn ketin rêya Enqereyê û hûn li vir in.
Em dê aştiyê teqez bînin ser vê axê. Aştî dê mîna kitanên we yên spî li vî welatî ava bibe."
Bakirhan: Guh bidin vê daxwaza aştiyê
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî di axaftina xwe de soz da ku ji bo pêvajoya civaka demokratîk çi bikeve ser milê wan dê bi cih bînin.
Bakirhan destnîşan kir ku 40 sal in ev welat êşên mezin dikişîne û got:
"Her dayîkeke me, her malbateke me êşeke giran kişand. Ji bo ku ev êş dubare nebin ew ketin rêyan.
Dayîk li vî welatî ji bo ku mirov nemirin nobetê digirin. Werin em guh bidin vê daxwaza aştiyê. Aştî di berjewendiya 86 milyon kesên li vî welatî de ye.
Aştî tenê ji bo Kurdan nîne, ji bo welatiyên ku nikarin debara xwe bikin, ji bo karkerên bi mûçeya herî kêm û esnafên ku her roj dikanên xwe digirin jî pêwîst e. Em dê ji bo bicihanîna daxwazên dayîkên xwe têbikoşin."



