Asayişa Rojava hejmara kuştî û birîndarên bûyerên li Hesekê aşkere kir

21-01-2022
RÛDAW
Nîşan Asayişa Rojava Rojava Heseke Girtîgeha Xuwêran DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş) a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand, di encama şer û aloziyên li girtîgeha Xuwêran a Hesekê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dane û 7 kes jî birîndar bûne

Ji şevên din ve alozî û şer li girtîgeha Xuwêran a Hesekê û derdora wê di navbera hêzên HSD û çekdarên DAIŞê de berdewam e.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş) a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî rewşa dawî ya li girtîgeha Xuwêranê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de tê gotin, “Komeke endamên şaneyên DAIŞ`ê duh bi şev êrişî girtîgeha Sînaa ya li taxa Xuwêranê kir. Destpêkê erebeyeke bombebarkirî teqandin û endamên şaneyan di nav taxên nêzî girtîgehê de belav bûn. Piştre êrişî hêzên ewlehiyê yên berpirsên parastina girtîgehê kirin, da ku çeteyên DAIŞê yên di girtîgehê de îsyan kiriye, birevînin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn herwiha dibêje, hêzên wan bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) êrişa çekdarên DAIŞê têk birine û dest bi operasyonên lêgerînê kirine.

Li gor daxuyaniyê, di şer û aloziyên li derdora girtîgeha Xuwêranê de “7 endamên me birîndar bûn, endamekî me Xalid Ilêwî şehîd bû. Her wiha 3 sivîl bi destê DAIŞê hatin şehîdxisitn, dema ku çeteyan hewl dida xwe di nav taxên nêzî girtîgehê de veşêrin.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hatiye kirin ku “taxa Xuwêran bi temamî hatiye dorpêçkirin” û tê gotin, “hêzên me li taxê û taxên derdorê operasyonên lêgerînê dane destpêkirin. Operasyonên me heta girtina hemû çeteyan dê berdewam bikin.”

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî îro ragihand, şer li derdora girtîgeha Xuwêran a Hesekê hêj berdewam e û rewş asayî nebûye û tekez kir, hêzên wan hewla reva bikom a çekdarên DAIŞê ji wê girtîgehê têk birine.

HSD herwiha diyar kir, “Şaneyên rêxistina terorê sivîlên li taxa El-Zehûr û hin herêmên li aliyê bakurê girtîgehê wek mertalên zindî bi kar tînin” û destnîşan kir, hêzên wan di demjimêrên destpêkê yên şer de 5 çekdar kuştine û 89 çekdar jî li derdora girtîgehê desteser kirine.

Li aliyekê din Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) jî derbarê aloziyên li derdora girtîgeha Xuwêran a Hesekê de zanyarî belav kirine û ragihandiye, hejmarek girtiyên DAIŞê ji wê girtîgehê reviyane û 40 kes jî di şer û pevçûnan de hatine kuştin.

SOHR dibêje, “hejmara kuştiyan heta niha gihîştiye 40 kesan ku 20 kes ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Dije Teror û pasevanên girtîgehê ne, 16 ji rêxistina Dewleta Îslamî ne û 5 kes jî sivîl in, û dibe ku hejmara kuştiyan zêdetir bibe, ji ber hejmara zêde ya birîndaran tevî ku zanyarî li ser kuştina hinekên din hene.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst