Hewlêr (Rûdaw) - Xwediyê guvaştekeke zeytûnan a li Efrînê Îbrahîm Coxedar got, “Îsal hilberîna zeytûnan a li Efrînê ji sedî 35 kêm bûye."
Xwediyê guvaşteka zeytûnan a li devera Şêrawayê ya Efrînê Îbrahîm Coxedar bû mêhvanê bultena Rûdawê ku Dilbixwîn Dara pêşkêş dike.
Îbrahîm Coxedar li ser rewşa werza zeytûnan, bihayê zeytê, pirsgirêkên cotkaran û amarên giştî yên darên zeytûnê yên li herêma Efrînê agahiyên berfireh dan.
“Cotkar di nava zerereke mezin de ne”
Îbrahîm Coxedar da zanîn ku berhema îsal a zeytûnan li Efrînê li gorî salên borî gelekî kêm e û tenê ji sedî 30 heta ji sedî 35ê berhema asayî ye.
Coxedar li ser rewşa giran a cotkaran got, "Îsal cotkarên me di nava zerereke mezin de ne.
Mesrefên çandinî û komkirinê gelekî zêde ne lê berhem gelekî kêm e.
Çêkirina tenekeyeke zeytê li ser cotkar nêzîkî 55 heta 60 dolarî rûdine.
Di heman demê de bermîla mazotê ji 170 dolarî derketiye 180 dolarî.
Zeyt bi hêsanî naçe derveyî Sûriyeyê û tenê li bazarên navxwe tê firotin. Ji ber vê yekê jî rewşa aborî ya xelkê gelekî zehmet e."
Sedema kêmbûna zeytûnan çi ye?
Îbrahîm Coxedar li ser sedema kêmbûna berhemên zeytûnan, eşkere kir ku darên zeytûnê xwedî xwezayeke taybet in û ji ber hişkesaliya salên berê westiyane û got:
"Darên zeytûnê ne mîna çandiniyên din in. Beriya 3 salan li herêma me hişkesalî çêbû û daran xisar dît.
Par baran baş bariya û daran berhem da, lê ji bo ku dar vegerin ser rewşa xwe ya bihêz du sal dem jê re lazim e. Bi giştî dema ku salekê zeytûn pir bin, sala din kêm dibin."
Wî her wiha destnîşan kir ku di rewşa asayî de her darek bi navînî nêzîkî 8 heta 10 kîlo zeytûn dide, lê li gorî mezinahî û xurtbûna darê ev hejmar ji 5 kîloyan heta 20 kîloyan diguhere.
Bihayê zeytê nîvî bi nîvî daket
Coxedar bal kişand ser bihayê tenekeya zeyta zeytûnê (ku nêzîkî 16 kîlogram e) û da zanîn ku biha li gorî kalîte û pîvana tirşiyê tê diyarkirin wiha pê de çû:
"Zeyta herî baş a kêmasîd (ku rêjeya asîda wê ji sedî 0,5 e) tenekeya wê bi 60 heta 65 dolaran e
Zeyta corê duyem a bazirganî ku asîda wê digihîje ji sedî 3yan, tenekeya wê bi dora 50 dolarî tê firotin.
Lê par heman teneke di navbera 90 heta 100 dolarî de dihat firotin."
Coxedar li ser firotina zeytê jî, anî zimên ku bazirganên herêmî zeytê ji mekbesan dikirin û piştre bi rêya şirket û firoşkaran li herêmên din ên hundirê Sûriyeyê belav dikin.
Li Efrînê 220 guvaştek û 15 milyon darên berhemdar hene
Îbrahîm Coxedar amarên fermî yên dar û kargehên zeytê yên li herêmê parve kirin û got:
"Li gorî amarên teqez, li herêma Efrînê 220 guvaştekên zeytûnan hene.
Ji sedî 90ê xwediyên van guvaştekan Kurd in û tenê çend heb di destê Ereban de ne.
Her wiha bi giştî nêzîkî 23 heta 24 milyon darên zeytûnan li herêmê hene, lê hejmara darên berhemdar di navbera 14 heta 15 milyon darî de ye.
Nêzîkî 8 hezar heta 10 hezar darên gelekî kevnar ên dîrokî jî hene ku temenê wan nêzîkî 800 salî ye."
Coxedar da zanîn ku dahata giştî ya vê werzê li seranserê herêma Efrînê dora 15 milyon dolarî ye.
“Zeyta Efrînê li seranserê cîhanê bêhempa ye”
Îbrahîm Coxedar di dawiya axaftina xwe de ragihand ku li herêmê nêzîkî 100 corên zeytûnan hene û zeytûna Kurdan a resen xwedî temenekî dirêj e got:
"Li ba me darên ku temenê wan 150 sal in û ji bav û kalan mane hene.
Ji vî corî re dibêjin Qorîk an Zeytûna Kurdî. Rêjeya zeyta wê gelekî zêde ye.
Zeyta Efrînê ji aliyê çêj, bîhn û pakiya xwe ve li seranserê cîhanê û Rojhilata Navîn navdar e.
Li Helebê dema ku xelk zeytê dikire, rasterast dibêje em zeyta Efrînê dixwazin ji ber ku navekî wê yê dîrokî û bêhempa heye."


