Şêx Murşid Xeznewî behsa civîna xwe û Mezlûm Ebdî kir

4 demjimêr berê
RÛDAW
Şêx Murşid Xeznewî û Nalîn Hesen / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Şêx Murşid Xeznewî û Nalîn Hesen / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Şêx Murşid Xeznewî Mezlûm Ebdî Hevdîtin Kurd Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şêx Murşid Xeznewî da zanîn ku hevdîtina wî û Mezlûm Ebdî gelekî baş û erênî derbas bûye.

Şêx Murşid Xeznewî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li Qamişloyê li hev civiyan.

“Ez bi tirs bûm lê piştî civînê dilê min gelekî xweş bû”

Şêx Murşid Xeznewî bû mêhvanê Rûdawê û ji Nalîn Hesenê re behsa vê hevdîtinê kir û got:

“Ez bi dilekî biêş û bitirs çûm Rojavayê Kurdistanê lê dema ez bi Cenabê General (Mezlûm Ebdî) re civiyam dilê min gelekî xweş bû.

Nêrînên Cenabê General gelekî baş û erênî bûn.”

Şêx Murşid Xeznewî diyar kir ku Mezlûm Ebdî banga diyalogê kiriye lê “ENKSyê heta niha bersiv nedaye Cenabê General.”

"Banga te banga me ye jî”

Şêx Murşid diyar kir ku Mezlûm Ebdî jê re gotiye, "Banga te banga me ye jî, karên xwe bidomîne. Em ji bo piştgiriyê amade ne.”

Şêx Murşid Xeznewî anî zimên, “Min hemû gazinên miletê me ji Cenabê General re gotin, wî hema wê demê çare ji hinek pirsgirêkan re dît.

Nêrina wî ya li ser diyaloga Kurdan gelekî baş bû lê aliyên din bersiv nedayê.”

Şêx Murşid ragihand ku Mezlûm Ebdî bersiv daye nêrîna li ser “şervanên ne Sûriyeyî”, ji bo alîkariyê spasiya wan kiriye û gotiye ku ew amade ne wan ji Sûriyeyê bişînin.

Seydayê Kurd diyar kir ku ji bo diyaloga bi Şamê re heta niha şandeyek nehatiye amadekirin û got, “Ez ne ji wan kesan im ku herin Şamê.”

“Eger şerefa te winda bibe…”

Şêx Murşid Xeznewî bi gotina Mahatma Gandhi bangî Kurdan kir û got:

“Dema pereyên te winda dibin tiştekî biqîmet winda dibe, eger şerefa te winda bibe tiştekî ku bi pereyan nayê vegerandin winda dibe lê eger te hêviya xwe winda kir tiştekî te nema.”

“Hêviya me heye”

Şêx Murşid destnîşan kir ku ew bi hêvî ye û pê de çû:

“Hêviya me heye, em dîrokekê dinivîsin. Îşalah em vê hêviya xwe winda nakin.

 Zarok û neviyên me yan dê bêjin siheta we xweş an jî dê bêjin nalet li we be.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst