Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê Balyozê Îtalyayê yê Îraqê qebûl kir.
Di civînê de Balyozê Îtalyayê yê Îraqê Niccolo Fontana tekez kir ku welatê wî bi girîngî li paşeroj û aramiya Îraq û Herêma Kurdistanê dinêre.
Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî da zanîn ku di hevdîtinê de Balyozê Îtalyayê yê Îraqê Niccolo Fontana ji ber koça dawî ya Ebdulwehîd Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî sersaxî Serok Barzanî re xwest.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di hevdîtinê de rûdan û pêşhatên dawî yên herêmê, gef û astengiyên li pêşiya Îraqê yên di qonaxa bê de û gefên terorê hatin gotûbêjkirin.
Niccolo Fontana li ser van mijaran helwesta welatê xwe eşkere kir û ragihand:
"Em bi girîngî li paşeroja Îraq û Herêma Kurdistanê dinêrin.
Aramiya Îraq û Herêma Kurdistanê jî ji bo me gelekî girîng e."
Di beşeke din a hevdîtinê de, tevî amajekirina bi hevahengî û karê hevbeş ê di navbera artêşa Îtalyayê û Hêzên Pêşmergeyan de "tekezî li bipêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Îtalyayê hat kirin."
#WÊNE - Serok Mesûd Barzanî, Balyozê Îtalyayê yê Îraqê Niccolo Fontana qebûl kir pic.twitter.com/EuPMRLEY0k
— RudawKurdi (@RudawKurdi) September 16, 2026



