Li nêzîkî Bendava Tişrînê 2 rojnameger hatin kuştin

11 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê Nazim Daştan Cîhan Bîlgîn Rojnameger Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li nêzîkî Bendava Tişrînê ya Kobaniyê 2 rojnameger hatin kuştin.

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê ragihand ku doh li ser rêya di navbera Bendava Tişrînê û nahiyeya Sirînê de droneke Tirkiyeyê li otomobîlekê daye û di encamê de 2 rojnamegeran canê xwe ji dest daye.

Hat ragihandin ku rojnamegerên bi navê Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bi armanca şopandina pêşhatên dawî li Rojavayê Kurdistanê bûne.

Li wê derê 19ê mehê saet 15:20an otomobîla wan hatiye armanckirin.

Di encama êrişa dronan de 2 rojnamegeran canê xwe ji dest da û şofêrê otomobîlê Ezîz Hec Bozan jî birîndar bû.

Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ji 8ê mehê li Bendava Tişrînê û Pira Qerekozakê rewşa şer û pevçûnan dişopand.

Nazim Daştan ji navçeya Giyadînê ya Agiriyê ye û Cîhan Bîlgîn jî ji navçeya Midyadê ya Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst