Lehiyê Bakurê Kurdistanê daye ber xwe: Mirî, birîndar û winda hene

20-11-2023
RÛDAW
Lehiya Êlihê/Wêne: AA
Lehiya Êlihê/Wêne: AA
Nîşan Êlih Bakurê Kurdistanê Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pêleke berf û baranê berê xwe daye Bakurê Kurdistanê.

Li tevahiya Bakurê Kurdistanê roja yekşemê di encama barana gur û berfê de zererên canî û madî çêbûn.

Li parêzgeha Êlihê malbatek li ber lehiyê çû û kesekê canê xwe ji dest da, 3 kes birîndar bûn û 3 zarokên ku xwişk û birayên hev in jî winda ne.

Parêzgarê Êlihê Ekrem Canalp li ser lehiyê got:

“Di encama barana ku doh êvarî dest pê kir û bi şevê berdewam kir li navenda Batmanê serê metre çargoşeyekê zêdetirî 100 kîlogram baran bariya.

Piştre lehî rabû û di encamê de mixabin welatiyeke me canê xwe ji dest da û 3 welatiyên me jî bi birîndarî ji bo nexweşxaneya dewletê hatin veguhestin û rewşa wan baş e. 3 welatiyên me jî winda ne.”

Li Amedê jî welatiyekî canê xwe ji dest da û li bajarên din jî bûyerên trafîkê çêbûn.

Saziya Keşnasiyê hişyarî dabû

Ji ber barana gur û lehiyê rê hatin girtin û mal di bin avê de man.

Li Çewligê ji ber berf û baranê 2 otobusên rêwiyan qulibîn û 22 kes birîndar bûn.

Şaredarê Semsûrê Suleyman Kilinç jî anî ziman:

“Wekî hûn dibînin li her derê baraneke gur heye. Em jî bi hemû hevalên xwe û karmendên şaredariyê re li qadê ne.

Em ji paqijkirina avrêjan heta vekirina rêyan hewl didin hemû pirsgirêkan yek bi yek çareser bikin.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê baran û berf berdewam e.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê îro ji bo 10 bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya di asta zer de û ji bo 5 bajaran jî hişyariya di asta porteqalî de ragihand.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst