Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Mûşê 15 roj, li Rihayê jî heta 30 rojan hemû çalakiyên wek meş û xwepêşandanan hatin qedexekirin.
Li bajarên Bakurê Kurdistanê bi hincetên cuda qedexekirina çalakiyan berdewam e.
Walîtiya Rihayê ragihand ku heta 30 rojan hemû çalakiyên wek meş û xwepêşandanan hatine qedexekirin. Li bajarê Mûşê jî heta 15 rojan hemû çalakî hatin qedexekirin. Li gor walîtiyên wan bajarn, sedem ewlekarî ye.
Li gor daxuyaniya Walîtiya Mûşê, ji ber sedemên ewlekariyê ji 19ê Mijdarê demjimêr 00.01 heta 3ê Çile demjimêr 23.59an 15 rojan hemû çalakiyên wek civîn, vedana konan, çalakiyên rûniştinê, vekirina standan, greva birçîbûnê, biranîn, daleqandina poster û pankaratn, belavkirina belavokan, danîna maseyên komkirina îmzeyan, konferans û çalakiyên wek wan hatine qedexekirin.
Walîtiya Rihayê jî ragihand ku ji 19ê Mijdarê heta 19ê Çile hemû çalakî hatine qedexekirin.
Berî niha li bajarên din ên Bakurê Kurdistanê heman qedexe hatibûn ragihandin an jî qedexeya ku berê hebû dema wê hatibû dirêjkirin.



.webp&w=3840&q=75)