Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Koyeyê ya Hewlêrê qezayeke giran a trafîkê çêbû.
Berdevkê Tenduristiyê yê Koyeyê da zanîn ku di qezayê de 3 kesan canê xwe ji dest daye û 2 kes jî birîndar bûne.
Qeza êvara îro çêbû.
Du tanker û traktorek li hev qelibîn û di encamê de agir bi tankeran ket.
"Tîm çûn cihê qezayê"
Birêvebirê Trafîkê yê Koyeyê Muqedem Senger Selaheddîn li ser qezayê ji Rûdawê re axivî û got:
"Tîmên me çûne cihê qezayê û lêkolînên yasayî dikin."
Bav û du keçên wî li ser traktorê bûn
Berdevkê Tenduristiyê yê Koyeyê Hawkar Elî jî zanyarî dan Rûdawê û got:
"Şofêrên her du tankeran şewitîn. Wan her du şofêran canê xwe ji dest da. Sê kes li ser traktorê bûn ku ew jî bavek û du keçên wî bûn.
Ji keçan a 10 salî canê xwe ji dest da. Bav û keça wî ya din jî veguhastin nexweşxaneyê."
Parastina Şaristaniyê ya Koyeyê jî di daxuyaniyekê de mirina wan 3 kesan piştrast kir.
Her wiha Parastina Şaristaniyê da zanîn ku agir bi temamî hatiye kontrolkirin.


.webp&w=3840&q=75)
