Nêçîrvan Barzanî ji jina astengdar re got: Tu bi ser ketî, pîroz be!

4 demjimêr berê
RÛDAW
Nêçîrvan Barzanî bi Awat Azadê re axivî û pîrozbahî lê kir/Wêne: Rûdaw
Nêçîrvan Barzanî bi Awat Azadê re axivî û pîrozbahî lê kir/Wêne: Rûdaw
Nîşan Awat Azad Nêçîrvan Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê telefona jineke astengdar a ku bi wî re ketibû îdiayê kir û got, “Tu bi ser ketî, pîroz be.”

Jina bi navê Awat Azada ku berî niha bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re li ser dengdanê ketibû îdiayê bi ser ket û li gorî îdiayê dê Nêçîrvan Barzanî otomobîlekê wekî diyarî bide wê.

Awat Azadê piştî dengdanê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re bi telefonê axivî.

Nêçîrvan Barzanî di telefonê de jê re got:

“Tu bi ser ketî, dizanî çima? Ez li navendeke dengdanê yê ku amûrên wan nedixebitî bûm, heger na tu bi ser nediketî.

Tu bi ser ketî, pîroz be.”

Nêçîrvan Barzanî her wiha got:

“Ez serê sibehê rabûm û min got divê ez îlleh bibim lê te bir.

Şansê te hebû, heger amûr bixebitiya, min ê bibira.”

Awat Azadê jî ji Nêçîrvan Barzanî re anî ziman:

“Beyanî baş, qurban, ji bo îdia û serkeftina me pîroz be.

Bi rastî îşev xew neket çavên min û saet 04:15an ji mal derketim û hatim navenda dengdanê.

Ez her gavê qezenc dikim ji ber ku ez dilsoz im.”

Piştî pêwendiya telefonî Awat Azad li Soranê ji nûçegihanê Rûdawê Endam Cebar re axivî û got:

“Ez gelekî spasiya Kek Nêçîrvan Barzanî dikim ku îdiaya min qebûl kir.

Ew ji bo min serbilindî ye ku ezîzê Kurdistanê, rêzdar Nêçîrvan Barzanî yê hezkiriyê Kurdistanê îdiaya min qebûl kir.”

Dengdana giştî ya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê saet 07:00an dest pê kir û dê saet 18:00an bi dawî bibe.

Di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de mafê dengdanê yê 2 milyon û 654 hezar û 169 kesan heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst