Hêzên Rizgariya Efrînê: 2 leşker û 22 çekdar hatin kuştin

8 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Hêzên Rizgariya Efrînê Çekdarên Mixalefeta Sûriyeyê Leşkerên Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku wan di çend çalakiyên cuda de 2 leşkerên Tirkiyeyê 22 çekdarên mixalefeta Sûriyeyê kuştine.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) di daxuyaniyekê de ragihand ku wan li naçeya Şêrewayê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê û li Bab û Ezazê li hemberî çekdarên mixalefeta Sûriyeyê yên ser bi Tirkiyeyê ve çend çalakî li dar xistine.

Li gorî daxuyaniyê, tîmên HREyê 9ê Îlonê heta 10ê Çiriya Pêşîn a 2024an li hemberî çekdarên mixalefeta Sûriyeyê heşt çalakî pêk anîne.

HREyê diyar kir ku ew çalakiyên wan li hemberî êrişên heyî û wekî tolhildan û bersivdayîna êrişên demên dawiyê bûne.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku 2 leşkerên Tirkiyeyê û 22 çekdarên mixalefetê hatin kuştin.

Her wiha 6 leşkerên Tirkiyeyê û 7 çekdarên mixalefeta Sûriyeyê jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst