Bihayê testên labaratûwarên bijîşkî nehatine yekxistin

6 demjimêr berê
RÛDAW
Labaratûwareke Hewlêrê\ Wêne: Rûdaw
Labaratûwareke Hewlêrê\ Wêne: Rûdaw
Nîşan Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Herêma Kurdistanê bihayê testên laboratûwarên bijîşkî nehatine yekxistin.

Bihayê testên laboratûwarên bijîşkî li Herêma Kurdistanê ne rêkûpêk e û ev yek jî ji bo welatiyan pirsgirêke mezin çêkiriye.

Di lêkolîna Rûdawê de derket holê ku tenê 4 test di laboratuarekê de 103 hezar dînar e.

Di laboratûwareke din de 27 hezar dînar e, dema ku encam ji bijîşkê pispor re hat nîşandan, heman encam ji bo diyarkirina rewşa nexweş derket holê.

Nûçegihnê Rûdawê Ferhad Dolemerî xwest bihayên testan kontrol bike.

Xebatkarê laboratûwarê ji bo testên ku min dixwest bikim testên gurçikê, şekirê sê mehan û vîtamîna D di laboratuarê de bi 103 hezar dînaran amade kir.

Di encamê de, min ji rêvebirê laboratûwarê pirsî bê ka çima biha ewqas zêde bûn.

Karmendê labaratûwarê Ferman Kawanî wiha bersiv dide:

"Bê guman, bihayên me hinekî bilind in lê kalîteya me jî bilind e û cihê baweriyê ne û ne hewce ye ku nexweş biçe çend deverên din da ku encaman kontrol bike.”

Piştî encam û bihayên laboratuvara yekem, em dixwazin biçin laboratûwarek din li Kolana Bijîşkan a Hewlêrê.

Ev laboratûwar di wê baweriyê de ye ku bihayê wê ji laboratûwarên din erzantir e.

Têkiliya di navbera doktor û xwediyê laboratûwarê, kireyên avahiyan sekreterên bijîşkan hemû dibin bargiraniya li ser nexweşan.

Barê nexweşan giran bûye

Xwediya laboratûwara pijîşkî Lavîn Rêbwar got:

“Sedema bihabûna testan ji ber têkiliya di navbera xwediyê laboratûwar û pizîşkan e, vê yekê barê nexweşan giran kiriye û biha bilind kiriye.”

Di nava saet û nîvekê de min 4 laboratûwaran testên xwe kirin.  

Testa yekem 27 hezar, testa duyem 52 hezar û testa sêyem 80 hezar û testa çarem 103 hezar bû.

Pisporê nexweşiyên gurçikan Dr. Mistefa Osman ku ji şeş ceribandinên ku min kirine 3 ji bo gurçikan in, ez dixwazim bizanim ku dê encamên 4 laboratuwarên çawa binirxîne.

Li her labaratûwarekê bihayek heye

Pisporê neştergeriya gurçikan Mustafa Osman eşkere kir ku hejmara testan nêzî hev in û li gorî van jî pêwîstiya we bi dermankirinê nîne.

Her wiha Dr. Mustafa Osman behsa tedawiyê kir û wiha axivî:

"Tenê lazim e ku hûn tedbîran bistînin. Em tenê li gorî testan biryara dermankirinê nadin.

Ji bo dermankirin û tedaviyê û bigihên encamê em muayeneyên laşî û ceribandinên din jî dikin.

Hin laboratûwaran bi rêya torên civakî reklama kêmkirina bihayên xwe dikin.

Pêşniyarên wan û bihayên wan nîşan didin ku heya niha bihayê testan nehatine yekxisitin lewre testên ku tenê di hin laboratûwaran de hene mesrefên wan 1000 dînarî ne lê li laboratûwareke din heman test bi 20 heta 25 hezar dînarî ne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst