Li Bakurê Kurdistanê pileya germê bilind dibe

20-07-2023
Mihemed Emîn Demir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Riha, Amed, Sêrt, Êlih û Dîlokê yên Bakurê Kurdistanê îro pileya germê ji 40î bilindtir dibe. Heta roja Yekşemê jî li herêmê germa 2 pile bilindtir dibe.

Li gor Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê, îro 20ê Temûzê li parêzgehên Riha Amed, Sêrt, Êlih û Dîlokê yên Bakurê Kurdistanê pileya germê bilind dibe.

Li Riha û Êlihê pileya germê digihe 42, li Amedê digihe 41 û li Sêrt û Dîlokê jî digihe 40 pile. Li Bakurê Kurdistanê heta roja Yekşemê bi giştî germa 2 pile bilindtir dibe.

Herwiha li parêzgehên Erzerom û Qersê yên Bakurê Kurdistanê jî tê çaverêkirin îro piştî nîvro baran bibare.

Li Erzeromê germa 30 pile, li Qersê 28 û li Wanê jî 29 pile ye. Li Enqereya paytexta Tirkiyê germa 33 pile û li Stenbolê 32 pile ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst