HPGyê nasnameya du gerîlayan eşkere kir

20-06-2024
Nîşan HPG Nasname Gerîla
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya du gerîlayan eşkere kir ku li Avaşînê canê xwe ji dest daye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku gerîlayên bi nasnavên Akîf Gabar û Bager Kurdistan 14ê Hezîrana 2024an li Avaşînê canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniyê, nasnameyên her du gerîlayan bi vî rengî ne:

Akîf Gabar: Navê wî yê Selman Yalvaç e e û ew Şirnexa Bakurê Kurdistanê ye.

Bager Kurdistan: Navê wî yê fermî Nûreddîn Mihemed Sîno ye û ew ji Amûdêya Rojavayê Kurdistanê ye.

HPGyê da zanîn ku Akîf Gabar (Selman Yalvaç) sala 2014an tevî refên gerîlayan bûye.

Li hêla din, cenazeyê Selman Yalvaç li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê hatibû veşartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst