Meletî: Welatiyekî 81 salî ligel hevjîna xwe bi salan e di şikeftê de dijîn

20-06-2023
Ferdî Sak
Li Meletiyê kalekî 81 salî tevî hevjîna xwe di nav şikeftekê de dijîn.
Li Meletiyê kalekî 81 salî tevî hevjîna xwe di nav şikeftekê de dijîn.
Nîşan Meletî Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gundekî parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê kalekî 81 salî tevî hevjîna xwe di şikeftekê de dijîn.

Li gundê Qurniyanê yê ser bi navçeya Arganê ya parêzgeha Meletiyê ve gelek şikeft hene.

Weke tê zanîn, herî kêm mirovan beriya zêdeyî 10 hezar salan dawî li jiyana li şikeftan anîne, lê belê ew yek ji bo kalekî Kurd ê li Meletiyê ne rast e, ji ber ku Şukru Kurt hêj jî di şikeftekê de dijî.

Temenê wî 81 sal in û piraniya temenê xwe di vê şikefta li vî zinarê asê de derbas kiriye.

Şukru Kurt derbarê serpêhatiya jiyana xwe ya li şikeftê dike û dibêje: “Bapîrê min ev der wek zozangeh bikar dianî. Her kesî şîr, nivîşk, lorik û penîrê xwe dianî û li vê şikeftê bicîh dikir. Ji ber sarinc nebûn neçar bûn dianîn vê derê. Piştî ku bavê min mir ev der ji me re ma. Piştre me dest bi jiyana li vê derê kir.”

Ev der cihekî geştyarî ye û dewsên mirovên serdema neolîtîk pê ve diyar in.

Lê niha ji wê bêhtir, jiyana vî welatiyê bi temen bala geştyaran dikşîne. Ji ber ku heta niha 3 caran zewicî ye û bavê 18 zarokan e.

Şukru Kurt wêneyê xwe û birayê xwe nîşan dide û derbarê jiyana xwe û zewacên xwe de dibêje: “Ev wêneyê min e û ev jî yê birayê min e. Em dû bira ne û bê xwîşk in. Min sê caran zewac kiriye. Yekê ji wan rehmet kir. 20 zarokên min jî hebûn, 2 ji wan mirin û 18 ji wan sax in. 9 keç û 9 jî kur in. Hinek ji wan li Stenbolê ne. Zarokê min ê herî biçûk li Manîsayê ye. Yên din jî li Meletiyê û li van deran in.”

Şukru Kurt serdemekê dibe muxtarê gund û ji vî cihê serwer çavdêriya gund dike û gund birêve dibe. Tevî ku yekem hevjîna wî ji vî zinarî ketiye xwarê û canê xwe ji dest daye jî, lê ev yek nebûye sedem ku dawiyê li jiyana xwe ya di şikeftê de bîne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst