Îraq: Baregeha Heşdî Şebiyê hat bombebarankirin

20-04-2024
RÛDAW
Nîşan Îraq Heşdî Şebî Êriş Babil
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Babilê ya Îraqê baregeheke Heşdî Şebiyê hat bombebarankirin.

Hat ragihandin ku doh bi şev li parêzgeha Babilê li dijî Baregeha Kalsûyê ya ku Heşdî Şebî wekî baregeh bi kar tîne êrişeke smanî hatiye kirin.

Ofîsa Ragihandinê ya Heşdî Şebiyê ya Babilê li ser êrişê daxuyaniyek belav kir.

Heşdî Şebiyê îdia kir ku êriş ji aliyê Amerîkayê ve hatiye kirin.

Ofîsa Ragihandinê ya Heşdî Şebiyê ya Babilê di daxuyaniyê de got ku Amerîkayê li dijî Baregeha Kalsûyê ya Babilê êrişeke esmanî pêk aniyê.

Herwiha di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di êrişê de kuştî û birîndar çînebûne.

Li aliyê din çavkaniyekî Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê ji AFPyê re ragihand ku di bombebaranê de kesek hatiye kuştin û 8 kes jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst