Xarpêt: Rêveberê dibistanê ji ber destdirêjiya ser 9 xwendekaran hat girtin

20-04-2024
RÛDAW
Nîşan Xarpêt Destdirejî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Xarpetê rêveberê dibistaneke amadehiyê bi tohmeta ku destdirêjî li 9 xwendekarên keç kiriye hat girtin.

Bûyer li dibistaneke navenda bajarê Xarpetê çêbû.

Li gorî zanyariyan zarokeke keç a xwendekar bi rêya sîstema onlineyê ya Serokkomariya Tirkiyeyê (CÎMER) gilî kiriye ku rêveberê dibistana wê yê bi navê G.C. destdirêjî li wê kiriye.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin û bi bihîstina bûyerê 7 xwendekarên din jî gilî kir û wan jî got ku rêveberê dibistanê bi heman awayî destdirêjî li wan kiriye.

Rêveberê dibistanê piştî giliyê 7 xwendekarên din ên keç hatibû desteserkirin û bi mercê kontrola edlî hatibû berdan.

Di demekê de ku derbarê bûyerê de lêpirsîn berdewam dikir xwendekareke din a keç jî bi heman awayî gilî kir ku rûbirûyê destdirêjiya G.C. bûye.

G.C. ji bo wergirtina îfadeyê careke din ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin û polîsan ew bir dadgehê.

Yekemîn Dadgeha Cezayan a Xarpetê biryar da ku rêveberê dibistanê bi tohmeta destdirêjiya ser 9 xwendekarên keç bê girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst