Kalkan: Kongreya ku Rêber Apo lê ne amade be nikare biryara çekdanînê wergire

Duh li 09:39
Nîşan Duran Kalkan Abdullah Ocalan PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Duran Kalkan got, “Kongreya ku Rêber Apo lê ne amade be nikare biryara çekdanînê wergire. Yekane kesê ku karibe vê bide kirin Rêber Apo ye. Tenê Rêber Apo dikare vê biryarê bi PKKyê bide wergirtin.”

Abdullah Ocalan 27ê civakî bang kir ku PKK çekan deyne û xwe fesix bike.

Piştî vê bangê çav li gavên PKK û dewletê ne.

Endamê Komîteya Birêvebir a PKKyê Duran Kalkan beşdarî bernameya Medya Haberê û pirsên li ser rojevê bersivandin.

“Kes ne li bendê bû ku Rêber Apo bi vî rengî bangekê bike”

Duran Kalkan amajê pê kir ku PKKyê agirbest ragihandiye û li pey çû:

“Piştî ku Rêber Apo 27ê Sibatê bang kir, birêvebiriya me ragihand ku dê banga Rêber Apo pêk bîne, li gorî wê tevbigere, ev yek ji raya giştî re eşkere kir.

Diyar kir ku ji bo pêşî li vê yekê veke agirbest ragihandiye. Li ser vê bingehê hin daxuyanî hatin dayîn, nirxandin hatin kirin.

Di heman demê de beriya çend rojan rêveberiya me, ji bo vê rewşa ku di gotinê dimîne û derbasî pratîkê nabe rexne bike, raya giştî di vê mijarê de agahdar bike di daxuyaniya Newrozê de hin agahdarî, hin hişyarî dan.

Di vê çarçoveyê de mirov dikare vê bibêje. 3 hefte dê çêbibin, ji aliyê me ve tiştekî ku nehat kirin nema. Ji bo destpêkê ya diviyabû bihata kirin ji aliyê me ve hatin kirin.

Kes ne li bendê bû ku Rêber Apo bi vî rengî bangekê bike. Bawer nedikirin, digotin bi vî rengî nabe. Rêber Apo ya ku kes ne li bendê bû, kesî jê bawer nedikir, pêk anî. Banga xwe kir.

Rêveberiya me jî bi nirxandin û nîqaşê re ragihand ku bi şertê bicihanîna hinek şert û mercan dikare vê bangê pêk bîne. Di wan mercan de zelal bû. Di nameyê de ya ku rastî Rêber Apo hat kirin de jî hate gotin.

Di pêvajoya 2013 û 2014an de jî me ji Rêber Apo re gotibû, 'Dibe ku em rêveberê şer in, em dikarin şerekî bikin lê belê em nikarin bibin rêveberiya aştiyê. Tenê Rêber Apo dikare aştiyê pêk bîne. Rêber Apo dikare pêvajoya aştiyê bi rê ve bibe. Lewma di vê mijarê de divê tiştekî zêde ji me neyê hêvîkirin'.

Di vê nameyê de jî me heman tişt got. Tiştê ku me di nameyê de got, di daxuyaniya 1ê Adarê de yek bi yek me bi raya giştî re jî parve kir. Yanî eger dê kongre bê kirin, betalkirina PKKyê, çekdanîn wê bê nîqaşkirin, tenê Rêber Apo dikare vê yekê bike, wekî din kes nikare bike.

“Li aliyê din tiştek nehat kirin”

Divê ji kesekî din jî hêvî neyê kirin ku vê bike. Beriya bangê jî dewletê jî Rêber Apo jî helwesta me zanîbûn. Me ji raya giştî re jî eşkere kir. Raya giştî jî pê zane. Bi vî rengî bang hate kirin, PKKyê bersiv da, atmosfereke erênî hat afirandin.

Ji aliyê me ve hin tişt hatin kirin lê belê li aliyê din tiştek nehat kirin. Hîn jî dibêjin bila PKK bike lê agahiyên ku gihîştin me, di nava hefteya ku banga Rêber Apo hate kirin de di şert û mercên Îmraliyê de dê guhertin bihatina kirin. Ji bo Rêber Apo bibe xwedî şert û mercên azad ên jiyanê û karkirinê dê gav bihata avêtin.

“Kes ji me nizane bê li Îmraliyê çi dibe”

Em bi vê zanin, yên ku vê pêvajoyê dimeşînin jî bi vê zanin. Bila kes nebêje, kes pê nizane lê belê 20 roj derbas bûn, guhertina şert û mercên li Îmraliyê li aliyekî 20 roj in kes nizane, kes ji me nizane bê li Îmraliyê çi dibe.

Ji bilî yên ku sîstema şkence ya Îmraliyê bi rê ve dibin, haya kesî ji rewşa li wê derê nîne. Haya kesî jê nîne. Lewma yên ku digotin, piştî Rêber Apo bang kir em dê jî hin tiştan bikin, nekirin. Ti gava pratîkî neavêtin.

“Bang ji aliyê wan ve hat”

Desthilatdarî, derdorên dewletê soza xwe bi cih neanîn. Devlet Bahçelî bang kiribû, gotibû bila bê banga xwe li meclisê li koma meclisê ya DEM Partiyê ragihîne. Hatina li meclisê, axaftina li meclisê li aliyekî destûr nedan daxuyaniyeke bi dîmen jî bê dayin.

Pişt re jî sîstema berê weke xwe dewam dike. Atmosfereke welê diafirînin, tu yê bibêjî qey 'PKK ji rewşa xwe memnûn nîne, bêzar bûye, dest jê berdide û diçe. Bila dest jê berdin û biçin'.

Ev atmosfereke şaş e, helwesteke şaş e. Tiştekî bi vî rengî tine bû. Li hemberî hev dê îrade biaxiviya û ev bang destpêkê ji desthilatdariyê hat. Ji aliyê dijber hat, ji Devlet Bahçelî û derdora AKPyê hat.

Rêber Apo li ser vê bingehê ket dewrê û me jî bersiva pêwîst dan banga Rêber Apo. Bi kurtasî rewş bi vî rengî ye. Hîn jî hevdîtin dibin, diaxivin, çi diaxivin em pê nizanin lê belê di şert û mercên Îmraliyê de ti guhertin nîne.

Li meclisê karek nayê kirin. Mînak, qala amadekirina qanûnên nû dihate kirin, qala avakirina komîsyonan, mafê hêviyê dihate kirin. Dihat gotin, wê rewşa qanûnî û destûra bingehînî di ber çavan re bê derbaskirin.

Ev ne tiştekî ji rêzê ye lê belê der barê vê de bipêşketineke pratîkî xuya nake. Li holê karên DEM Partiyê heye, sekna partiyan heye ku DEM Partiyê red nakin, bi rûkenî pêşwazî dike, ew jî li navendên giştî rewş bi vî rengî ye.

“Sozên xwe bi cih neanîn”

Derdikevin pêşberî çapemeniyê mîna jehrê her tiştî dibêjin. Yanî nîşan didin ku tiştên berê zêde neguhertine. Em vê jî dibînin. Lewma belê her kes li bendê ye, civak, raya giştî li bendê ye ku li pêşberî vê gavê divê desthilatdarî hin gavan biavêje lê belê tiştek nehate kirin.

Dibêjin di filan demê de dikare bê kirin, qala piştî cejnê dikin. Heta cejna bê çi qas dem derbas dibe, tiştekî wê nîne. Di halê hazir de tê dîtin ku desthilatdarî hewl dide mijûl bike, di asteke hîlekariyê de ye. Ji ber ku tiştên ku soz dabûn di nava hefteya destpêkê de bikin nekirin. Divê her kes bi vê zanibe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst