Hewlêr (Rûdaw) - Ji Bakurê Kurdistanê di 9 mehên sala 2026an de ji 85 welatan re bi 10 milyon û 364 hezar dolarî îsotên hişk hatin hinardekirin.
Di serî de Riha, li bajarên Bakurê Kurdistanê ji bilî xwarinê, bazirganiya îsotê jî bûye sektoreke girîng a aboriyê.
Li gorî amarên Yekîtiya Hinardekarên Başûrrojhilatê Anadoluyê, sala 2025an bi 14 milyon û 112 hezar dolarî îsotên hişk hatibûn hinardekirin.
Ji 1ê Kanûna Paşîn heta 30ê Îlonê di serî de ji bo Almanya, Holenda û Brîtanyayê ji 85 welatan re îsotên hişk hatin şandin.
Riha di rêza yekem de ye
Hilberîn û hinardeya herî zêde ji parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê tê kirin.
Li Rihayê sala 2025an 155 hezar ton îsot hat hilberandin ku ji sedî 50yê wê hat hinardekirin.
Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Rihayê Mehmet Dogan Yetîm ragihand ku ew ji bo zêdekirina hinardeyê û peydakirina bazarên nû xebatên xwe didomînin.
Mehmet Dogan Yetîm li ser mijarê got:
"Hinardeya me roj bi roj zêdetir dibe. Bi taybetî piştî krîza Kanala Suweyşê, xerciyên veguhastina îsotên hişk ên ji Rojhilata Dûr ji bo Ewropayê zêde bûn.
Piştî wê yekê Ewropayê berê xwe da herêma me û hinardeya me ya ber bi Ewropayê ve zêde bû."
Mehmet Dogan Yetîm her wiha anî zimên:
"Em wekî Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Rihayê hewl didin îsotê bikin berhemeke sereke ya bazirganiyê û bigihînin bazarên cîhanê.
Niha li vê derê 20 kargehên me hene ku îsota hişk, ava îsotan û sosa wê hinarde dikin. Em jî piştgiriyê didin karsazên xwe."



