HSD: Bila Newroza îsal li Sûriyeyê bibe destpêka serdemeke nû

Duh li 06:19
RÛDAW
Nîşan HSD Rojavayê Kurdistanê Sûriye Newroz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - HSDyê bi peyamekê cejna Newrozê pîroz kir û got, "Bila Newroza îsal bibe destpêka serdemeke nû li Sûriyeyê."

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi minasebeta Cejna Newrozê peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk di peyama xwe de wiha got:

"Bila Newroza îsal bibe destpêka serdemeke nû li Sûriyeyê.

Bi helkefta cejna Newrozê em pîrozbahiyên xwe yên germ pêşkêşî gelê me yê Kurd, gelê Sûriyeyê bi giştî û cîhanê dikin.

Her wiha em pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû şervanên xwe yên berxwedêr ên ku di van rojên pîroz de xak û aramiya welat diparêzin.

Em bawerin in ku Newroza îsal jî wek sersala kurdî û destpêka biharê, wê li Sûriyeyê bibe destpêka serdemeke nû.

Newroz xwedî wateyên kûr ên berxwedan û aştiyê ye. Agirê Newrozê bi xwe serkeftina li dijî neheqiyê û pêkanîna aştî û ewlehiyê ye ku piştre dibe milkê hemû gelên herêmê û di vê rojê de kêfxweşiya xwe ya bi destxistina azadiyê nîşan dide.

Îro em bi hemû hêza xwe tekoşîn dikin ku wateyên roja Newrozê li Sûriyeyê pêk bînin, û wê bigihînin pêşerojeke geş û ewle ku hemû gelên xwe hembêz bike, û tê de her cure parçebûn û şer raweste, û eşq û biratî li ser bingehên dadperwerî, wekhevî û qebûlkirina hevdû serwer be, û her kes beşdarî avakirina wê bibe.

Di vê Newrozê de em hêvî dikin ku wê hemû koçber û derbider vegerin cih û warê xwe ên resen û sernavê Sûriyeyê yê sereke ew be ku Sûriye bibe ji bo hemû xelkê xwe û tu kes ji avakirina wê de neyê dûrxistin.

Çawa ku Newroz tê wateya pabendbûna bi ax û welatê xwe re, divê em hemû nirxên Newrozê yên dîrokî biparêzin, wergerînin parastina gelê xwe ji hemû metirsiyan, û hevgirtin û zindîtiya wan a civakî vegerînin, û bi hestê serfirazî yê Newrozê bikaribin tiştê ku Sûriyeyê di van salên dawî de wenda kiriye carekî din vegerînin.

Careke din em Newroza îsal li her kesî pîroz dikin, û em hêvîdar in ku her kes vê cejna neteweyî di atmosfereke şadî û bextewerî de pîroz bike.

Bi vê Newrozê em qonaxeke tarî di dîroka Sûriyeyê de derbas dikin û rûpeleke nû vedikin û dest bi serdemeke nû dikin.Newroz li we hemûyan pîroz be."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst