SILÊMANÎ - 6 kes li mala xwe hatin kuştin

Duh li 07:31
Nîşan Silêmanî Seyidsadiq Malbat Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Girêjeyê yê bajarokê Seyidsadiqê yê Silêmaniyê 6 kes li mala xwe hatin kuştin.

Her 6 jî bi guleyan hatine kuştin û Nûçegihanê Rûdawê Pêşewa Bextiyar diyar kir ku "Bi kalaşînkofê hatine kuştin".

Bûyerê şeva borî di navbera saet 23:30 û 00:00ê şevê de rû da.

Hîn bi zelalî nayê zanîn bê ma kujer kî ye lê qala wê tê kirin ku yek ji endamên malbatê kujer e.

Yên ku hatine kuştin dê û bav, du bira û du xwişk in.

Termên wan piştî kar û barên li Tiba Dadî ya Silêmaniyê li gundê wan hatin veşartin.

Kesekî xizmê wê malbatê ji Rûdawê re got:

"Li gorî agahiyên me, di nav malbatê de şer derketiye û ew kuştin jê çêbûye, tiştê ku heta niha em pê dizanin ev e."

Li gorî gotina kes û karên malbatê, "Kurekî wê malê ku li Ewropayê jiyaye, piştî ku vegeriyaye malê ew kuştine û paşê jî xwe kuştiye."

Bavê malbatê ji dilê xwe hatiye emeliyatkirin û nexweşê nava nivînan bûye.

Heya niha sedema rast a bûyerê nayê zanîn û polîsan ti agahiya zelal belav nekiriye.

Navê wan kesên ku di bûyerê de hatine kuştin wiha ne:

Salar Mihemed

Yara Salar

Sîma Salar

Nihayet Qadir Salih

Sehend Salar

Beşîr Salar

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst