Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Parlamentoya Îraqê li Hewlêrê civiyan.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de bal hat kişandin ser rewşa navxwe ya welêt, kontrolkirina çekan, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û pêwendiyên Îraqê yên bi Tirkiyeyê re.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Parlamentoya Îraqê Heybet Helbûsî û şandeya pê re qebûl kirin.
Wekî ku di daxuyaniya civînê de hatiye diyarkirin, mijara sereke ya hevdîtinê taybet bû bi rewşa navxwe.
Her du alî hemfikir bûn ku ewlehî û aramiya Îraq û Herêma Kurdistanê bi hev ve girêdayî ne.
Di heman demê de, di pirsa kontrolkirina çekan a di destê dewletê de, Serok Nêçîrvan Barzanî piştgiriya Herêma Kurdistanê ya ji bo serokwezîr, hikûmeta federal û çareserkirina vê mijarê ya bi rêya diyalog û lihevkirinê dupat kir, bi awayekî ku misoger bike ku çek tenê di destê dewletê de be.
Her wiha girîngiya çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê yên li gorî destûra bingehîn, misogerkirina mafên hemû pêkhateyan û pirsgirêka budceya Herêma Kurdistanê, li gel pêşhatên dawî yên herêmê û encamên wan mijarên din ên hevdîtinê bûn.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêmê ji bo rû bi rû mana astengiyan û derbaskirina wan behsa girîngiya hevahengiya hemû alî û pêkhateyên Îraqê hate kirin.
Pêwendiyên derve û Tirkiye
Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hatiye kirin ku pêwendiyên derve hatine gotûbêjkirin û Serokê Parlamentoya Îraqê kurteyek li ser serdana xwe ya fermî ya Tirkiyeyê û civînên xwe yên li gel serokkomar û rayedarên bilind ên Tirkiyeyê pêşkêş kir.
Di vê çarçoveyê de, Nêçîrvan Barzanî tekezî li girîngiya pêwendiyên Îraqê yên bi Tirkiyeyê re kir û diyar kir ku bipêşxistina hevkariya hevbeş di berjewendiya her du aliyan de ye.
Serdana Serokê Parlamentoya Îraqê û şandeya pê re ku ji çend serokên fraksiyonan pêk dihat, ji bo şîna Ebdulwehîd Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî bû.
Di wê çarçoveyê de, Serokê Herêma Kurdistanê spasiyên xwe ji bo serdan û hevxemiya wan anîn ziman.


