Ji bo 9 bajaran hişyariya berf û baranê

20-03-2024
RÛDAW
Nîşan Berf Baran Hişyarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê, ji bo parêzgehên Colemêrgê, Bêdlîs, Mûş, Agirî, Wan, Sêrt, Şirnex, Erzirom û Qersê yên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê da.

Li gel hatina biharê û pîrozkirina Newrozê li Bakurê Kurdistanê çend roj in zivistaneke dijwar heye.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku îro li parêzgehên Colemêrg, Bêdlîs, Mûş, Agirî, Wan, Sêrt, Şirnex, Erzirom û Qersê berf û baran dibare.

Li Colemêrg û Wanê aşût çêbûn û rêya Colemêrg-Şirnexê û rêya Wan-Sêrtê hatin girtin.

Li van parêzgehan ji bo egera aşût û qeşayê û bûyerên neyînî hişyarî hat dayîn û ji welatiyan hat xwestin ku tedbîrên pêwîst wergirin.

Herwiha li parêzgehên Amed, Riha, Mêrdîn, Meletî, Dîlok, Sêrt, Kilîs û Çewligê barana gur dibare.

Li Bakurê Kurdistanê pileyên germê li gorî demsalê asayî ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst