HSD: 2 dron hatin xistin

20-02-2025
Nîşan HSD Dron Xistin Bîlançoya Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku li Dêr Hafir û Bendava Tişrînê 2 dron hatine xistin.

Komên çekdar ên ku navê “Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê” li xwe dikin û Tirkiye piştgiriyê dide wan êrişên xwe yên li derdora Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê didomînin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bîlançoya şer û çalakiyên 24 saetên dawî eşkere kir.

Li gorî daxuyaniyê, êrişên Tirkiye û çekdaran doh zêdetir bûne û balafirên şer ên Tirkiyeyê derdora Bendava Tişrînê û cihên karkeran ên li Bendava Tişrînê bombebebaran kirine.

Di heman demê de gundên derdora bendavê jî bi obusên giran hatine topbarankirin.

HSD daxuyand ku di encama topbaran û bombebaranê de zererên madî çêbûne û şervanên 2 dron xistine ku hewl dida êrişî derdora bendavê bikin.

Li gorî daxuyaniyê, balafirên şer ên Tirkiyeyê li gundên Tîna û Xeseq û Girê Sêvê yên li eniya Pira Qereqozaqê êriş pêk anîne xisar li mal û milkên şêniyan bûye.

Hat diyarkirin ku gundên Tîna, Cada, Pîr Hiso, Dîkan, Sina, girên Sêvê û Qereqozaqê bi obusên giran, tank, roket û hawanan bi awayekî ketober topbaran kirin û zêdetirî 10 topan li deverên navborî ketine û zererên mezin li mal û milkên sivîlan bûne.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk ragihand ku balafirên şer ên Tirkiyeyê rojavayê Qesra Ehmed Munîr a li bajarokê Şiyûxê yê rojavayê Kobaniyê jî bombebaran kiriye û xisarên madî çêbûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst