Hewlêr (Rûdaw) – Li 35 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dibistan îro ji ber berfê girtî ne.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji ber rewşa hewayê û barîna berfê parêzgariyên 35 parêzgehan ragihandiye îro hemû dibistanên fermî û taybet girtî ne.
Li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê barîna berfê berdewam dike û bandoreke neyînî li jiyana rojane dike.
Li gor daxuyaniyên parêzgarî û qeymeqamiyan, li parêzgehên Qers, Erzingan, Sêwaz, Meletî, Erdexan, Wan, Sêrt, Çewlîg, Colemêrg, Bedlîs, Xarpêt, Agirî û Mûşê yên Bakurê Kurdistanê berfeke zêde dibare û bûye sedema girtina rêyan û çûn û hatin zehmet bûye.
Her wiha ji ber vê yekê dibistan hatine girtin û welatî hatine hişyarkirin ku tedbîrên pêwîst wergirin.
Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihandiye ku dê barîna berfê berdewam bike û dê germahî jî 2-4 pileyan dakeve.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse