Hewlêr (Rûdaw) - Gundê Kafyayê yê qezaya Dînarteyê ya Dihokê hat bombebarankirin.
Li gorî zanyariyên destpêkê di bombebaranê de 2 kesan canê xwe ji dest da.
Li gorî agahiyên nûçegihanê Rûdawê, beriya niha gund hatibû valakirin lê malbateke ku li wê deverê zevî û baxçe hebûn, îro vegeriya gund.
Di êrişê ji heman malbatê 2 kesan canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.
Navên kesên ku di bomberbaranê de canê xwe ji dest daye Beşîr Umer û Arif Taha ne û temenê wan di ser 50 salî re ne.
Tirkiyeyê gund bombebaran kir
Qaymeqamê nahiyeya Dînarteyê Serbest Sebrî ji Rûdawê re ragihand ku ew bombebaran ji aliyê balafirên şer ên Tirkiyeyê ve hatiye kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse