Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Nisêbînê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê piştî qezayeke trafîkê pevçûna bi kêran derket.
Di vê pevçûnê de 3 kes birîndar bûn ku birînên yekî ji wan dijwar in.
Li gorî agahiyan, li navenda Nisêbînê otomobîlekê û motorsîkletekê li hev xistiye.
Navên ajokaran û plakayên wesayîtan hîn kifş nebûne.
Piştî qezayê di navbera aliyan de nîqaşekê dest pê kiriye
Nîqaşa di navbera aliyan de di demeke kurt de veguheriye şerê bi kêran.
Di pevçûnê de 3 kes bi kêran birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.
Hat zanîn ku rewşa yekî ji birîndaran giran e.



