Partiya DEVAyê hinek namzedên bajarên Kurdan eşkere kirin

20-02-2024
Mihemed Emîn Demir
Nîşan Hilbijartinên Şaredariyan Partiya DEVA
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Demokrasî û Peşveçûnê (DEVA) namzedên şaredariyan ên bajarên Şirnex, Sêrt, Agirî, Êlih, Bêdlîs, Xarpêt, Erzirom û Îdirê ragihand.

Ji bo diyarkirina navên namzedên hilbijartinên şaredariyan ên 31ê Adara 2024an û radestkirina Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Tirkiyeyê îro roja dawî ye.

Partiya DEVAyê pêştir di nav de Amed namzedên çend bajarên Kurdan eşkere kiribû.

Li Amedê Prof. Dr. Cenap Ekinci hatibû nîşandan.

Partiya DEVAyê roja 19ê Sibatê namzedên Şirnex, Sêrt, Agirî, Êlih, Bêdlîs, Xarpêt, Erzirom û Îdirê jî ragihand.

Li Şirnexê akademîsyen Seyfettin Neslinebî, li Sêrtê Ridvan Çelîk, li Agiriyê Ayten Erat, li Êlihê Erdî Işik, li Bêdlîsê Fîkret Bakir, li Xarpêtê Recep Ceylan, li Erziromê Yusuf Turkmen û li Îdirê Taner Gençer wek namzedê şaredariyê hatin nîşandan.

Seyfettin Neslinebî ji Rûdawê re ragihand, “Li ser pêşniyara Serokê Giştî Ali Babacan bûye namzedê Şirnexê û di dema herî nêzîk de dest bi xebatên hilbijartinê dikin.”

Neslinebî sala 1983yan li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji dayik bûye û beşa Pêwendiyên Navdewletî xwendiye û li Zanîngeha Yildirim Beyazitê ya li Enqerê di beşa Zanistên Siyasî û Rêvebirina Hikûmî de doktora temam kiriye.

Di asteke baş de zimanên Kurdî, Tirkî û Îngilîzî dizane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst