Li Cindirêsê di erdheja îro êvarê de hinek avahî hilweşiyan

20-02-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Nîşan Erdhej Cindirês
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Erdheja ku li parêzgeha Hatayê çêbû li piraniya navçeyê û parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê hat hestkirin.

Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand, îro 20 Sibata 2023ê demjimêr 20.04 erdhejek bi hêza 6.4 pileyê rîxterê navenda navçeya Defeneyê ya Hatayê bû çêbû û li pey wê yek jî li navçeya Samandagiyê di saet 20.07an bi mezinahiya 5,8an çêbû.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn - Sûriye, Ibrahîm Şêxo ji Rûdawê re ragihandiye, bi sedema erdheja 20:04 bi dema Hewlêrê, ku li Hatay çê bû, bandor li navçeyên Herêma Efrînê jî kir, ku li bajarokê Cindirêsê 2 avahiyên ziyandîtî ji erdheja bûrî, û minareya mizgeftekê jî ruxiyan, lê ziyanên canî nebûn.

Encûmena Xwecihî ya Cindirêsê ragihandiye ku, bi sedema erdheja 06ê Sibata 2023yan, heta niha 1 hezar û 100 kesî canên xwe jidest dane. Herwiha 278 avahî bi tevayî wêran bûne û 1 hezar û 110 avahiyên din jî ziyan gihiştiye wan û li ber ketinê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst