EFRÎN – Çekdar li ser talan û birîna darên zeytûnan berdewam in

20-02-2020
RÛDAW
Ji bilî birîna darên zeytûnan, hejmara mezin a koçberan bûye sedema gelek pirsgirên aborî û civakî jî.
Ji bilî birîna darên zeytûnan, hejmara mezin a koçberan bûye sedema gelek pirsgirên aborî û civakî jî.
Nîşan Efrîn Darên Zeytûnan Grûpên Çekdar Idlib Heleb Rojava
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di nava 2 mehan de, nêzîkî 300 hezar koçberên Heleb û Idlibê gihîştine herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê û ev hejmara zêde ya koçberan bûye sedema gelek pirsgirêkên aborî û civakî. Herwiha di heyama çend rojan de zêdetirî 800 darên zeytûnan hatin birîn ji aliyê çekdaran ve.

Pêla koçberên gundewarên Idlibê û Helebê herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê xistiye jêr barekî mezin. Li gor çavkaniyên ji nav herêma Efrînê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivîne, mal, dukan, salon û heta dapo û avahiyên ku bi serî nebûne vala nemane û bi hezaran kon li tevahiya herêm Efrînê hatine vedan.

Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê hin amar derbarê koçberên ku di encama şerê Idlib û Helebê de berê xwe dane Efrînê belav kirine.

Li gor amarên hatine belavkirin; Ji destpêka Çileyê pêşî ve, 250-300 hezar koçberên Heleb û Idlibê li herêma Efrînê hatine niştecîkirin. Li bajarê Efrînê bi xwe 50 kampên heremekî hatine vedan. Li Bilbilê 2 kamp hatine vedan, her kampek ji 15-20 konan pêk tê. Du kampên mezin li herdu gundên Qurnê û Qestela Miqdêd hatine vedan

Her li gor zanyariyên hatine belavkirin, li ser bênderên mabata kampeke ji 100 konî hatiye vedan. Li nahiyeya Raco 400 kon li 8 gundan hatine vedan. Li Nahiyeya Şera kampeke li nêzîkî duryana Metîna û yek jî li gundê Qitmê hatine vedan. Li nahiyeya Cindirêsê kampeke mezin li ser Çemê Efrînê hatiye vedan.

Li gor Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê, Erebên hawirde û grûpên çekdar darzeytûnên herêmê dibirrin.

Herî dawî, li nahiyeya Cindirêsê, roja 17ê vê mehê, Lîwaya Weqas 300 darzeytûnên 5 cotyarên Kurd birrîne.

Li Mabata jî, Erebên hawirde 10 darzeytûn birrîne. Li Bilbilê jî, Erebên hawirde û grûpên çekdar 500 darzeytûn li gundê Kurzêlê birrîne.

Ji bilî birrîna darûberan, hejmara mezin a koçberan bûye sedema gelek pirsgirên aborî û civakî jî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst