Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Enstîtuya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê Prof. Dr. Ahmet Kirkan da zanîn ku ew dê perwerdeya Kurdî bidin karmendên tenduristiyê.
Ahmet Kirkan her wiha eşkere kir ku ew dê rêkarên tenduristiyê jî wergerînin Kurdî.
Di navbera Enstîtuya Zimanên Zindî ya li Tirkiyeyê ya Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê (MAU) û Birêvebiriya Tenduristiyê ya Parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê de ji bo bihêzkirina gihîştina zimanî û çandî ya di xizmetên tenduristiyê de peymaneke hevkariyê hat îmzekirin.
Prof. Dr. Ahmet Kirkan bû mêvanê bultena Rûdawê û li ser hevkariya nû pirsên Hêvîdar Zanayê bersivandin.
“Wan pêşniyara me qebûl kir”
Ahmet Kirkan li ser pirsa "Hevkariya xebata pirzimanî ji aliyê kê ve hat xwestin?" got:
“Di nav enstîtuyê de komîteyeke şêwirmendiyê heye. Di vê komîteyê de Dr. Burhan Tek wekî bijîşk di nav me de cih digire.
Em dixwazin li Mêrdînê hem di perwerdeyê de hem jî di tenduristiyê de cih bigirin.
Berî niha bi salekê me xwest em vê pêşniyarê ji Birêvebiriya Tenduristiyê ya Mêrdînê re bikin. Wan jî ev pêşniyar bi kêfxweşî qebûl kir.”
Kirkan her wiha diyar kir ku ew dê ji bo karmendên tenduristiyê di warê master û doktorayê de kontenjanên taybet veqetînin û ji bo wan kursên ziman vekin.
“Em dê vê projeyê fînanse bikin”
Birêvebirê Enstîtuya Zimanên Zindî li ser mijara fînankirina projeyê anî zimên:
“Di eslê xwe de ev mijar bi awayekî dilxwazî bi rê ve diçe. Birêvebiriya Tenduristiyê dê ji aliyê madî ve piştgiriya vê projeyê bike.
Werger, dublaj û hemû karên din dê bi destê me bên kirin. Wekî zanîngeh û Birêvebiriya Tenduristiyê ya Mêrdînê em dê vê projeyê fînanse bikin.”
Ahmet Kirkan hêvî kir ku ev xebat ji bo bajarên din ên ku zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî lê hene jî bibe mînak û ev gav li seranserê Tirkiyeyê belav bibe.
“Em dê ji bo karmendan kursên ziman vekin”
Ahmet Kirkan li ser perwerdekirina karmendên tenduristiyê jî ev agahî dan:
“Di gava yekem de em dê ji bo mastera bêtez, ya bitez û doktorayê kontenjanên taybet veqetînin.
Em dê hem di beşa Kurdî de, hem Erebî û hem jî di ya Suryankî de van kontenjanan veqetînin.
Ya duyem jî em dê ji bo wan kursên taybet ên ziman vekin. Ji bo bijîşkan cuda, ji bo perestar cuda û ji bo karmendên din cuda em dê kursan amade bikin.
Ji asta herî xwarê heta asta doktorayê em dê piştgiriya karmendan bikin.
Her wiha ji bo ku nexweş bi hêsanî xwe bigihînin doktoran, em dê tabelayan jî amade bikin.”
Prof. Dr. Ahmet Kirkan di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew dixwazin di encama vê hevkariyê de bidin xuyakirin ka vê xebatê bi çi awayî bandor li karmendan û xelkê kiriye.


