Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê, tevî ku di ser erdhejên 6ê Sibata 2023yan re nêzîkî 2 salan derbas bûne jî bi hezaran mexdûrên erdhejê li konteyneran di rewşeke zehmet de dijîn.
Di ser erdhejên 6ê Sibata 2023yan ên Mereşê re nêzîkî 2 salan derbas bû lê heta niha jî bi hezaran mexdûrên erdhejê li konteyneran dijîn.
Li parêzgeha Meletiyê hatina zivistanê bandoreke xirab li jiyana mexdûrên erdhejê yên li konteyneran dijîn kir.
Serma zêde û qutkirina elektrîkê û wernegirtina alîkariyên pêwîst jiyana mexdûrên erdhejê zehmettir kiriye.
Li Bajarê Konteyneran ê Guzelbahçeyê mexdûrên erdhejê dibêjin, dewlet di asta pêwîst de alîkariya wan nake û rûbirûyî pirsgirêkên elektrîkê û ewlehiyê dibin.
Mexdûrên erdhejê dibêjin kirêya xaniyan gelekî zêde ye û ji neçarî li konteyneran dijîn.
Ew dixwazin pirsgirêkên wan bên çareserkirin û naxwazin zivistaneke din li konteyneran derbas bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse